Darizandina 'Celadê Nugre Selmanê' hat bipaşxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku wekî “Celadê Nugre Selmanê” tê naskirin ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.
Di rûniştina ku 4 demjimêran ajot de, 28 rizgarbûyên Enfalê wekî gilîker û şahid îfadeyên xwe li dijî tohmetbar dan.
Celad di nav qefesa tohmetbaran de bi sîmayekî “lawaz û aloz” xuya bû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Hewlkewt Ezîz dane, rûniştina darizandina Ecac Tikrîtî ji bo 14ê Gulana 2026an hat paşxistin.
Tohmetbarê ku cilên zer ên girtîgehê û tîşortekî reş li xwe kiribû, dema ku gilîker diaxivîn gelekî aloz bû û destên wî dilerizîn.
Nûçegihanê Rûdawê li ser rewşa tohmetbar di dema darizandinê de got, “Ecac wekî kesayetiyekî gelekî lawaz dihat dîtin.
Ew ji wê wêneya ku dema cara ewil hatibû girtin cudatir bû. Gelekî lawaz bûbû û bandora girtîgehê li ser rûyê wî diyar bû.”
Rûbirûbûna qurbanî û celad
Di dema rûniştinê de, Eta Îbrahîmê ku yek ji gilîkeran e, berê xwe da Ecac û jê re got:
“Ka li rûyê min binêre! Dema ku ez tenê 11 salî bûm û te bi kabloyan lê dida, sûcê min çi bû?”
Ecac li hemberî vê pirsê bê deng ma û tenê serê xwe zivirand.
Parêzerê gilîkeran Dilman Letîf ji Rûdawê re ragihand, “Rûniştin gelekî baş bû û îfadeyên derdora 28 gilîkeran hatin wergirtin.
Ecac çend caran hewl da ku gotinên zêde bike lê ji aliyê serokê dadgehê ve rê li ber wî hat girtin.
Bipaşxistina rûniştinê li ser daxwaza tohmetbar bû da ku ew li gotinên xwe binêre û lêkolînê li ser belgeyan bike.”
Tohmetbar sûcan red dike
Ecac li ber dadwer li xwe mikur hat ku ew birêvebirê ewlehiya Nugre Selmanê bûye lê hemû sûcên şkence û kuştinê red kirin.
Ew tenê li xwe mikur hat ku zarokek miriye û got ku wê rojê ew di betlaneyê de bûye.
Li hemberî vê yekê, dadwer wêneyên “keşfa delalê” nîşanî Ecac dan.
Di wan wêneyan de xuya dibe ku tohmetbar berê bi xwe bi hêzên ewlehiyê re çûye cihên sûcan û li ser gorên bikom û şkencekirina xelkê agahî dane.
Dadwer tekez kir ku hemû dosye û belge li ber destê wan in.
Nexşeya darizandinê û pirsgirêka wergerê
Dr. Hawar Şafiî ku wekî çavdêr di rûniştinê de amade bû, ji bo Rûdawê got: “Di mijara wergerê de kêmûkurtiyek hebû.
Diviyabû wergêrekî pispor hebûya da ku gotinên gilîkeran bi hûrgilî bigihîne dadwer.”
Wî her wiha da zanîn ku hinek gilîker ji ber temen û bandora wê şkenceya giran a ku dîtine, bîra wan wekî pêwîst nebû ku hûrgiliyan vebêjin lê êşa Enfalê hîn jî li ser rûyê wan diyar bû.
14ê vê mehê dadgeh careke din bicive û tê çaverêkirin ku di wê rûniştinê de dosyeya “Celadê Nugre Selmanê” bigihe encamekê.