Malikî piştgirî da biryarên parlamentoyê û Sedir li dij derket

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Sedir ragihand, biryarên parlamentoya Iraqê yên derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê de berovajiyên destûra iraqê ne. Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî jî piştgirî da biryarên parlamentoyê.

 

Parlamentoya Iraqê doh biryar da, ku karê komîsyona hilbijartinan rawestîne. Parlamentoyê herwiha biryar da, ku encamên hilbijartinên 12ê Gulanê hilweşîne û dubare deng bi dest werin hejmartin.


Tevgera Sedir ragihand, ew biryarên ku parlamentoya Iraqê derbarê hilbijartinan de dane, berovajî benda 9 a madeya 19 a destûra Iraqê ye.

 

Berdevkê Tevegra Sedir, Ceifer Mûsewî, derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinan, hilweşandina encaman û hejmartina dengan bi dest de ragihand, parlamento û hikumet, berpirsiyarên yekem in li hember pûçkirina pereyê kirrîna amûrên elektironî ji bo hilbijartinan û divê ew alî wî pereyî bidin.

 

Ceifer Mûsewî got, herwiha yasaya ku parlamentoyê pejirand jî, berovajî destûra Iraqê ye û binpêkirine eşkere ya benda 9 a madeya 19 a destûrê Iraqê ye.

 

Mûsewî da xuyakirin, divê milk û malê gelê Iraqê ,ku di van pirsên bi vî awayî de tê xerckirin, ji wan kesan bihê stendin, ku bûne sedema bi hederdana wî pereyî.

 

Lîsta Malikî piştgirî da biryarên parlamentoyê

 

Di ragihandineke rojnamevanî de, Hevpeymaniya Dewleta Yasa ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, dibêje, ku ew piştgirya biryara hejmartina dengan bi dest dikin û  daxwaz kirin, hemu alî pabendî yasayê bin.

 

Dewleta Yasa tekezî li ser wê yekê kir, ku divê proseya bi dest hejmartina dengan ji aliyê teknîkî û ewlehiya sindoqan ve  parastî be, jibo ku cardin saxtekarî neyê encamdan.

 

Di hilbijartinên 12 Gulanê yên parlamentoya Iraqê de, Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir 54 kursî û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi seroketiya Nûrî Malikî 26 kursiyên parlamentoyê bi dest xistibûn.