Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Obeydî rastî êrişeke çekdarî hat.
Wezareta Parastinê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Parastinê yê Iraqê îro 7ê Îlonê li navçeya Bêcî rastî êrişeke çekdarî hat.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro li devera Telbocerad teqe li karwana otomobîlên Wezîrê Parastinê Xalid Obeydî hat kirin, dema ku serdana operasyonên eniya Bêcî dikir.”
Li gor daxuyaniyê, di êrişê de bi çekên qenas teqe li Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Obeydî hat kirin û di encamê de yek ji pasevanên wî birîndar bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê de ti agahî derbarê Wezîrê Parastinê yê wî welatî de nehatiye ragihandin û nayê zanîn, tiştek bi serê wezîr bi xwe de hatiye yan na.
Derbarê bûyerê de, çavkaniyekê ji Wezareta Parastina Iraqê ragihandiye, di êrişê de ti zirarek negihîştiye Wezîrê Parastinê Xalid Obeydî û rewşa tendirustiya wî baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse