Xwepêşanderên Besrayê Konsulxaneya Îranê şewitandin
Besra (Rûdaw) – Xwepêşanderên Besrayê di dema xwepêşandanan de Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê şewitandin.
Peyamnêrê Rûdawê Mistefa Goran ragihand ku vê êvarê xwepêşanderan êriş birin ser Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê û şewitandin.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê bang li xwepêşanderan kir ku zirar negihînin kansulxaneyên li parêzgeha Besrayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb daxuyaniyek li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê belav kir û ji xwepêşanderan daxwaz kir ku zirar negihînin balyozxane û kansulxaneyan.
Ehmed Mehcûb diyar kiriye ku êrişkirina ser tîmên dîplomatîk, ti peywendiya wê bi dirûşmên xwepêşandanan tine ye û ji hêzên ewlehiyê daxwaz dike ku tîmên dîplomatîk ên li Besrayê biparêzin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Besrayê Mistefa Goran ragihand ku ji ber tirsa êrişbirinê, hêzên ewlehiyê yên li Besrayê hemû wan rêyên ku diçe Konsulxaneya Amerîkayê girtin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî jî li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê ragihand ku êrişeke hovane ser Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê hatiye kirin û ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku di demeke herî nêz de wan xwepêşanderan desteser bike û cezayên giran bide.
Behram Qasimî di civîneke çapemeniyê de li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê ragihand ku êrişeke hovane ser Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê hatiye kirin, di bûyerê de zirar negihiştiye canê ti kesî, lê zirarên madî gelek in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî got: “Êriş bi planeke dariştî bû, lewma rêkarên ku me pêk anîn, rê li ber wê yekê girt ku ti kesek nebû qurbanî û tenê zirarên madî gihişte konsulxaneyê.”
Qasimî ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku ew hêvî dikin hikûmeta Iraqê di demeke herî nêz de wan xwepêşanderan desteser bike û cezayên giran bide.
Herwiha Balyozê Tehranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî ji welatiyên Îranê yên li Besrayê daxwaz kir ku ji wî bajarî derkevin, ji ber ku rewşa bajêr nebaş e û ber bi tevlihevî û aloziyê diçe.
Rêveberê Medyayî yê Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê jî diyar kir ku avahiya konsulxaneyê bi temamî şewitiye.
Acizbûna xwepêşanderên Besrayê roj bi roj zêdetir dibe û hindik maye êdî bi tevahî kontrol ji destê hêzên ewlekariyê derkeve. Xwepêşanderan yek bi yek dest bi şewitandina baregahên hizbî û hikûmî kirine. Herwiha di nav sê rojan de 11 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.