Nûrî Malikî û Adil Ebdulmehdî derbarê pêkanîna hikûmeta nû de civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Nûrî Malikî û Adil Ebdulmehdî derbarê proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de civiyan û li gorî daxuyaniya piştî civînê, Nûrî Malikî di vê civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst e hikûmeteke piralî bihê pêkanîn.
Ofîsa Nûrî Malikî di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro Yekşembî 7ê Cotmeha 2018 Seorkê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî li Bexdayê bi Serokwezîrê Erkdarkirî yê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, Nûrî Malikî di civînê de ragihandiye, ku pêwîst e di proseya pêkanîna hikûmeta nû de, hikûmeteke piralî bihê pêkanîn, ku pabendî başkirina rewşa ewlehiyê û dabînkirina xizmetguzariyan bo hemû welatiyan be.
Malikî herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku hemû aliyên siyasî di gemiyekê de ne, ku ev jî niştiman e û gotiye, ku serkevtina wê jî girêdayî qurbanîdan û encamdana erk e.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Nûrî Malikî daye xuyakirin ku dosyeyên ewlehiyê, xizmetguzarî û avedankirinê astengên mezin in û pêwîst e hikûmet bi hevkariya hemû aliyan, wan tiştan dabîn bike.
Piştî ku di civîna roja Sêşembiya bihorî 2ê Cotmeha 2018ê ya parlamentoya Iraqê, Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin, Berhem Salih jibo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî erkdar kir.
Li gorî destûra Iraqê, serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû, divê di navbera 30 rojan de kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne û navên wezîran pêşkêşî parlamentoyê bike.