ENBAR - Xwe ji hilbijartinan re amade dikir: Namzed bi krîza dil mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê namzedeke hilbijartinên Parlamentoya Îraqê koça dawî kir.
Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enbarê ragihand ku sedema mirina wê krîza dil bûye.
Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enbarê Mihemed Deracî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Îbtîsam Ebas Şuceyrî ya ku di lîsteya Hevpeymaniya Tefewûqê de li bazneya Enbarê namzed bû, ji ber krîza dil koça dawî kir."
Îbtîsam Şuceyrî bi hejmara 26an di lîsteya Hevpeymaniya Tefewûqê de ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê namzed bû.
Mihemed Hemûdê ku ew jî yek ji namzedên Hevpeymaniya Tefewûqê ye ji Rûdawê re got:
"Doktor Îbtîsam zêdetirî 50 salî bû, nexweşiya wê ya dil hebû û vê sibehê ji ber krîza dil koça dawî kir."
Mihemed Hemûd diyar kir ku Îbtîsam Şuceyrî yek ji kesayetiyên diyar ên bajarê Felûceyê yê parêzgeha Enbarê bûye.
Serokatiya Hevpeymaniya Tefewûqê ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis ve tê kirin.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin û dest bi bangeşeyê hatiye kirin.