Galeriya wêneyan

07-11-2016
13 Photos
RÛDAW

AFP - Rûdaw – Şerê DAIŞê bûye sedema derbederî û bêzariya bi sed hezaran welatiyên Iraqê, lê yên herî zêde ji şer bandor dibin, zarokên koçber in.

 

Ew di dema koçberiyê de, di nav toz û xweliyê, birçîbûn û tîbûnê de ne, li ber singe dayika xwe xew dikeve çavê wan.

 

Roja 5ê Mijdarê Artêşa Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Hemam Elîl kir. Ev navçey dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê. Di dema operasyonê de xelkê gund û bajarokê Hemem Elîl koçber bûn.