Li Îraqê 11 milyon mûçexwir hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê zêdetirî 11 milyon karmend û mûçexwir hene û mesrefê wan ê salane 72 trilyon dînar e.

Alîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Îraqê Fazil Nebî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li Îraqê hejmareke zêde ya xelkê bûye karmend û mûçexwir û hejmara wan ji 11 milyonî zêdetir e.

Ji wê hejmarê zêdetirî 5 milyonan karmend in û 3 milyon jî malnişînên sivîl û leşkerî ne.

Berdevkê Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê Hesen Xewam jî îro ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li wezareta wan 2 milyon û 124 hezar malbat mûçeyê çavdêriya civakî werdigirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê mehane ji bo mûçeyê çavdêriya civakî pêdivî bi 420 heta 440 milyar dînarî heye.

Di yasaya budceya 3 salî (2023, 2024 û 2025) ya Îraqê de hejmara karmendan wekî 4 milyon û 74 hezar û 697 kes hatibû diyarkirin.

Endamê Komîteya Aboriyê ya Parlamentoya Îraqê Soran Omer ji Rûdawê re da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tenê di budceya 3 salî de zêdetirî milyonek karmendên nû bi awayekî mayînde tayîn kirine.

Bi vê yekê hejmara karmendên mayînde gihîştiye zêdetirî 5 milyonan.

Soran Omer piştrast kir ku li Îraqê zêdetirî 11 milyon karmend û mûçexwir hene û ji bilî karmendên mayînde, malnişîn û çavdêriya civakî, zêdetirî milyonek mûçexwirên din jî hene.

Di nav wan de karmendên bi girêbest, zîndaniyên siyasî, xizmên şehîdan û çend beşên din hene.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Îraqê ya ku doh hat belavkirin, ji bo mûçeyê mehane 6 trilyon dînar lazim in.

Di vî mûçeyî de yê karmend, malnişîn û tora çavdêriya civakî hene.

Bi vî awayî, Îraq ji bo mûçeyan salane pêdiviya wê bi 72 trîlyon dînarî heye.