Iraq: Yên ji Mûsilê reviyabûn sûcê wan xiyanet e!

 

Bexda (Rûdaw) – Fermandarên Artêşa Iraqê yên ku di şerê DAIŞê de ji Mûsilê reviyabûn, dê bi sûcê “xiyanetê” bên darizandin.

 

Wezîrê Parsatina Iraqê Xalid Ubeydî ragihand ku lêpirsîna di derbarê Mûsilê de didome.

 

Ubeydî bi bîr anî ku piraniya fermandaran eniya şer terikandibûn û firsend ji çekdarên DAIŞê re çêkiribûn ku bajêr dagir bikin û wiha got:

 

“Kesên ku ew îxaneta kirine dizanin cezayê wan çi ye.  Dawiya wan fermandaran dê di lêpirsînê de bibe dara darazê.”

 

Wezîr Ubeydî anî ziman ku ev sal dê bibe “sala serfiraziyê” û got: “Penaber dê bikaribin vegerin malên xwe.”