VÎDEO - DAIŞê dîmenên pira Geyare piştî bombebaranê weşand
Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê dîmenên vîdeoyî yên bombebarankirina pira Geyare ji aliyê balafirên şer ên hevpeymanan û rûxandina wê pirê belav kir.
Şeva yekşemiya borî 6ê Adarê di saet 23:45 de, balafirên şer ên hevpeymanan li ser daxwaza Artêşa Iraqê êrişî pira Geyare li ser çemê Zabê kirin.
Pira Geyare rêyên navbera Mexmûr- Mûsil û Hewîce-Mûsil bi hev ve girê dide. Ew pir şeva yekşemiyê ji aliyê balafirên hevpeymanan ve hat bombebarankirin û piştre hat ragihandin, ku aliyekê pirê bi temamî hatiye rûxandin.
Ew êriş ji ber wê yekê hat bombebarankirin, daku rê lji êrişên çekdarên DAIŞê bo ser leşkerên Iraqê bê girtin, ku bo amadekariyên operasyona Mûsilê li navendeke leşkerî li navçeya Mexmûrê hatine bicihkirin.
Rêxistina DAIŞê di hesabên xwe yên li ser torên civakî de dîmenên pira Geyare piştî êrişa balafirên şer ên hevpeymanan belav kir. Di dîmenan de tê xuyakirin, ku roketek li pirê ketiye û tenê zirarên biçûk gihîştine wê pirê.
Pêştir û di heman şeva ku balafiran pira Geyare bombebaran kirin, Serpireştê Eniya Guwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihandibû: “Ev pir, pireke stratejîk e, rêya sereke ya navbera Mexmûr û Geyare û Mûsilê de ye, herwiha rêyeke sereke ya navbera Hewîce û Mûsilê ye jî û wek şahdemara sereke ya hatinûçûna çekdarên DAIŞê di navbera Hewîce û Mûsilê de tê hesabkirin.”
Sîrwan Barzanî herwiha amaje bi wê jî kiribû, ku ew pir ji aliyê baalfirên Iraqî ve hatibû bombebarankirin, lê belê êrişa balafirên Iraqî serkevtî nebû û ew pir nehatibû rûxandin, ji ber ku ew pir gellek mezin e û dirêjiya wê zêdetirî 1 kîlometrî ye û cutsayd e.
Barzanî tekez kiribû, ku li ser daxwaza Artêşa Iraqê, balafirên Amerîka û hevpeymanan şev saet 23:45 pira Geyare bombebaran kirin.