Hewlêr (Rûdaw) - Koma ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike ragihand ku wan di nava 24 demjimêran de li dijî “neyarên xwe” yên li Îraqê û herêmê 24 êriş pêk anîne.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê îdia kir ku wan piştî destpêkirina şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de bi giştî 197 êriş pêk anîne.
Wê komê îro di daxuyaniyekê de hejmara êrişên xwe yên 24 demjimêrên dawî belav kir.
Li gorî amarên ku wan bi xwe belav kirine, 4ê Adarê roja ku herî zêde êriş pêk anîne û hejmara wan 29 bû.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê da zanîn ku ew êriş bi dehan dron û mûşekan hatine kirin.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji hinek komên çekdar ên Şîe yên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse