Li Îraqê roj û şeveke aloz: Êriş, kuştin û nîqaşên li parlamentoyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên ser komên çekdar ên girêdayî Heşdî Şebiyê yên li Nînowa û Enbarê de kuştî û birîndar çêbûn.

Koma "Berxwedana Îslamî" ya li Îraqê jî ragihand ku wan di nav 9 rojan de nêzîkî 200 êrişan pêk anîne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo rêgiriya li êrişên van koman ferman da hêzên ewlehiyê ku li dûv wan bikevin û wan bigirin.

Şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de bandoreke mezin li Îraqê jî kiriye.

11 berpirsên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Îraqê çûn parlamentoyê û behsa hevahengiya Pêşmerge û Nobedarên Sînor û rêgiriya li derbasbûna hêzan a Îranê kir.

Êrişî komên çekdar kirin

7ê Adarê çend baregehên komên çekdar ên girêdayî Berxwedana Îslamî li Nînowa û Enbarê hatin bombebarankirin.

Çavkaniyekî ji parêzgeha Nînowayê ji Rûdawê re got:

"Yek ji êrişan li dijî baregeha Lîwaya 40î ya Heşdî Şebiyê ya li bajarokê Geyareyê bûye ku girêdayî Ketayib Îmam Elî ye."

Li gorî medyaya nêzîkî Heşdî Şebiyê, di encama bombebaranê de çekdarek hatiye kuştin û sê çekdar jî birîndar bûne.

Êrişeke din li parêzgeha Nînowayê li dijî Ketayib Seyîd Şuhedayê bûye ku Ebû Ala Welaî emîndarê wê yê giştî ye.

Çavkaniyekî payebilind li Nînowayê ji Rûdawê re got, "Êriş li dijî baregeha Fewca 33yan a lîwayeke wê komê bûye ku nêzîkî xala lontrolê ya Eqrebê ye."

Ev roja duyem e ku li pey hev êrişî baregehên Ketayib Seyîd Şuhedayê yên li Nînowayê tê kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku ji ber bombebaranên li Nînowayê çekdarek hatiye kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Şaneyê, êriş ji aliyê çend balafirên "nenas" ve hatine kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê li Enbarê jî ji Rûdawê re got, "Navçeya Gehawî ya Enbarê ku Lîwaya 45an a Heşdî Enbarê lê ye, 3 caran hatiye bombebarankirin."

Navçeya Gehawî dikeve ser navbera Babil û Enbarê û nêzîkî herêma Curf Sexrê ye.

Sibeha îro koma ku navê xwe kiriye "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" ragihand ku di 24 demjimêran de wan 24 êriş  li dijî "neyarên xwe" yên li Îraq û herêmê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya komê, ew êriş bi dron û mûşekan hatine kirin.

Koma navborî îdia dike ku piştî destpêkirina şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê hejmara êrişên wan gihiştiye 197an.

Van komên çekdar di dema şer de, li deverên di bin kontrola hikûmeta federal de bi hinceta ku ew baregehên Amerîkiyan in êrişî çend pêgehan kiriye.

Bi taybetî jî Baregeha Victoriayê ya li Balafirgeha Bexdayê û Balyozxaneya Amerîkayê kirine hedef.

Van êrişan hikûmet neçar kir ku tedbîran bigire da ku rê li ber ducarebûna wan bigire.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman doh daxuyaniyek belav kir.

Sebah Nûman ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hemû fermandarên leşkerî û ewlehiyê ku li pey encamderên wî karê “terorîstî” bikevin ku mûşek avêtine derdora Balyozxaneya Amerîkayê û wan radestî dadgehê bikin.

Li parlamentoyê behsa Pêşmerge û sînor hat kirin

Civîna 7ê Adarê ya parlamentoyê têkildarî şerê li herêmê bû.

Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdul Emîr Yarela û 10 berpirsên din ên ewlehî û leşkerî beşdar bûn.

Parlamenterê Îraqê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re got:

"Di wê civînê de behsa bandora şer a li ser Îraqê û amadehiyan hat kirin.

Têkildarî parastina sînor behsa hevahengiya di navbera Pêşmerge û Nobedarên Sînor de hat kirin.

Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ti hêz ji Herêma Kurdistanê derbasî sînorê Îranê nebûye."

Hinek parlamenterên Şîe civîn ji bo êrişkirina Amerîka û Îsraîlê bi kar anî û dirûşma "Mirin ji bo Amerîkayê" li nav hola parlamentoyê qîriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst