Sadiqûn: Ti belge tune ku Herêma Kurdistanê li dijî Îranê tê bikaranîn
Bi destpêkirina operasyonên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrişên wan komên çekdar bûye ku xwe wekî "Mukawemeya (Berxwedan) Îslamî ya li Îraqê" didin naskirin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Sadiqûnê ya ser bi Esaîb Ehl el-Heqê Dr. Hesen Rubeyî di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de behsa wê yekê dike ku ev êriş di bin siya rewşeke hestiyar a Rojhilata Navîn de tên kirin.
Ew endamê Mekteba Siyasî ya Sadiqûnê amaje bi wê yekê dike, her çend gotegotên bikaranîna axa Herêma Kurdistanê ya li dijî Îranê hebin jî lê heta niha ti belgeyên fermî ji bo piştrastkirina vê mijarê nîne.
"Komên çekdar serbixwe biryarê didin"
Rubeyî behsa wê yekê dike ku komên çekdar ên Îraqê ne pêbendî daxuyaniyên Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan in û bi awayekî serbixwe biryarê li ser çalakiyên xwe yên leşkerî didin.
Ew amaje bi wê yekê jî dike ku ew naxwazin ev şer mezin bibe.
Namzedê serokwezîriyê
Derbarê hewldanên taybet bi pêkanîna hikûmetê de jî got, Nûrî Malîkî wekî namzedê fermî yê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta serokwezîriyê maye û heta niha ti biryareke nû ji bo guhertina wî nehatiye dayîn.
Rûdaw: Li gel destpêkirina êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê, Herêma Kurdistanê jî ji êrişan bêpar nema. Çavkaniya beşek ji êrişan diyar bû ku ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve ye ku xwe wekî Koma Mukawemeya Îslamî ya li Îraqê didin naskirin û bi eşkere berpirsyariya xwe ya di êrişan de li xwe digirin. Derbarê berdewamiya wan êrişên li ser Herêma Kurdistanê, ez bi Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Sadiqûnê Dr. Hesen Rubeyî re diaxivim ku baskê siyasî yê Esaîb Ehl el-Heqê ye bi serokatiya Qeys Xezelî. Birêz Doktor, çima beşek ji wan komên çekdar ên Îraqê, Herêma Kurdistanê dikin armanc?
Hesen Rubeyî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Gelekî spasiya we dikim. Di rastiyê de herêm tûşî rewşeke hestiyar û awarte bûye û hewldanên navneteweyî jî hene ji bo berfirehkirina şer. Ev şerê ku Îsraîl û Amerîka li dijî Komara Îslamî ya Îranê dikin û piştevaniyên vî şerî jî ji bo berjewendiyên Îsraîlê ne, heta ne di berjewendiya Amerîkayê de ne jî.
Zelal e ku berjewendiya Îsraîlê di wê yekê de ye ku şer berfireh bibe wekî ku em li Libnan û cihên din jî dibînin. Heta hewl hene Îraq jî pelkêşî vî şerî bê kirin. Hinek nezelalî jî hene di wan armancan de ku ji Îraqê hatine xwestin, ji ber ku Îraq dixwaze rewşê aram bike.
Lê hinek hêzên Kurdan wekî ku em di nûçeyan de dibihîzin, qaşo dixwazin êrişa bejahî bibin nav Îranê. Di rastiyê de ev hewldan tên redkirin. Nabe axa Îraqê ji hêla destûrî û exlaqî ve bê bikaranîn. Ev tê redkirin û nabe axa Îraqê ji hêla destûrî û exlaqî ve li dijî Îranê bê bikaranîn, ji ber ku em wekî Îraq ne beşek in ji vî şerî.
Rûdaw: Lê hûn hêzeke siyasî ne û baskê we yê çekdarî jî heye. Bi belge ji bo we hatiye selmandin ku ew hêz ji axa Herêma Kurdistanê ve tevgeriyane ber bi Îranê ve yan tenê gotegot bûye?
Hesen Rubeyî: Belê, em pişta xwe didin vegotinên fermî yên Îraqê. Ev mijar bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin, me tenê pişta xwe bi nûçeyan girêdaye. Ti selmandineke fermî nîne.
Rûdaw: Baş e, madem ti piştrastkirin û selmandinek li cem we nîne, çima êriş li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, êdî eger bi dron be yan mûşek ji aliyê wan komên ser bi Mukawemeya Îraqê ve?
Hesen Rubeyî: Herêma Kurdistanê beşeke girîng a Îraqê ye û em rê nadin êrişkirina li ser welatiyên Herêma Kurdistanê ji her cihêkî Îraqê be, êdî li nav Îraqê be yan derve. Ew erkê dewleta Îraqê ye ku welatî û axa xwe biparêze lê dibe ku hinek baregehên Amerîkî li Herêma Kurdistanê hebin û em dibihîzin bi fermî ku Îsraîl hinek cihan li Îraqê bi kar tîne.
Di çend rojên borî de hêzên Îsraîlî li biyabanên Necef daketine û nêzîkî Kerbelaya Pîroz bûne. Wekî çawa li vir li Îraqê ev rû daye, dibe ku li Herêma Kurdistanê jî rû bide. Ev bersivdan jî dibe ku baş lêdaan ji bo wan nehatibe kirin û ti hincetek ji bo pêkanîna wan nîne. Li ser asta serkirdayetiya Herêma Kurdistanê jî pêwîst e axa Herêma Kurdistanê û welatiyên wê bên dûrxistin ji vî şerê wêranker.
Zanyariyên temam li ber dest nînin derbarê êrişên ku komên çekdar dikin. Di rastiyê de zanyariyên temam li ber dest nînin, ne li ser sedeman û ne li ser sirûşta êrişan. Hûn dizanin ku em mekteba siyasî ne û pişta xwe didin vegotinên fermî, ne vegotinên nefermî. Ji berdevkê koman bipirsin, dibe ku hûn karibin bi wan re biaxivin û ew behs bikin.
Rûdaw: Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh got, ew encûmena demkî ya sê kesî ku ji bo birêvebirina Îranê hatiye danîn, biryar daye ku êdî Îran êrişî ti welatekî cîran neke meger ew welat êrişî Îranê bike, hingê Îran bersivê dide. Komên mukawemeyê li Îraqê pê ve pêbend dibin? Dibînin ku ji Herêma Kurdistanê ve ti êriş nehatiye kirin li ser Îranê. Ev êriş dê berdewam bin?
Hesen Rubeyî: Em behsa komên Îraqî dikin. Komên Îraqî ne pêbend in yan ne pêwendîdar in bi daxuyaniya Serokkomarê Îranê Pizîşkiyan ve. Li gel wê jî min got bi berdevkê komên çekdar re biaxivin. Ew baştir dikarin behsa êrişan bikin, derbarê sedema wan, her wiha ew e ku kengî disekinin ji êrişê û derbarê sirûşta êrişan jî.
Rûdaw: Madem komên çekdar ên Îraqê heqê wan nîne bi ser daxuyaniya Serokkomarê Îranê ve, naxwe ev êrişên biwekalet çima dikin ser Herêma Kurdistanê? Ew qiseyan ji kê werdigirin ku van êrişan dikin?
Hesen Rubeyî: Komên çekdar bixwe baştir dikarin behsa êrişên xwe bikin. Ji bo me wekî mekteba siyasî, em pişta xwe didin zanyariyên fermî û em pêbend in bi helwesta hikûmeta Îraqê ve. Heta komên çekdar ên ser bi Esaîbê jî ser bi Heşdî Şebiyê ne. Heşd jî rasterast pêwendîdar e bi Serokê Hêzên Çekdar ve û pabend e bi wan fermanên ku ji bo wan derdikevin.
Serkirdayetiya Heşdî Şebiyê, wekî ku min rave kir, ser bi Fermandariya Hêzên Çekdar e û ferman rasterast ji Fermandariya Hêzên Çekdar derdikevin. Ew jî pêbend in bi wan fermanan. Ev taybet e bi Heşdî Şebiyê lê tiştê ku tu behs dikî derbarê komên Mukawemeya Îraqê ku li derveyî hêzên Heşdî Şebiyê ne, ew bixwe dikarin ronahiyê bidinê. Em naxwazin ev şer berfireh bibe û Îraq û xelkê wê di vî şerî de bên bikaranîn.
Rûdaw: Hûn beşek in ji Çarçoveya Hevahengiyê. Ti gotegot heye ji bo guhertina Nûrî Malîkî wekî namzedê Serokwezîrê Îraqê?
Hesen Rubeyî: Heta niha serkirdayetiya Çarçoveya Hevahengiyê biryareke zelal li ser vê mijarê nedaye. Em li bendê ne ev şer bandorê li ser proseya siyasî neke û em hêvîdar in serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê vê mijarê bi zûyî çareser bikin da ku serkirdayetiyên Îraqê pêk bên bi pêkanîna Serokatiya Komarê û piştre jî raspardina kesekî ji bo pêkanîna hikûmetê.
Rûdaw: Her Nûrî Malîkî namzedê we ye?
Hesen Rubeyî: Heta niha ti biryara fermî nîne ji bo guhertina namzedê serokwezîriyê.