IRAQ- Rewşa dawî herî dawî ya Tikrît û Enbarê

Hewlêr (Rûdaw)- Beşek ji milîşyayê şîe li bajarê Tikrîtê qebûl nakin ji bajêr vekişin û dibêjin, ewê li li wî bajêrî bimînin. Herwiha hêzên Iraqê wê li parêzgeha Enbarê dest bi operasyoneke berfireh bikin.

Li gor çavkaniyên nûçeyan, çend grûpên çekdarî yên şîe li Tikrîtê red kirine ku ji koşkên serokayetiyê yên ku di heftiya borî de ji destê DAIŞê hatin derxistin, derkevin.

Çavkaniyê bal kişand ku milîsên şîe gotine heta ku ew termên qurbaniyên navenda Spayker nebînin, ewê ji Tikrîtê venakeşin.

Berî niha hatibû gotin ku beşekî mezin ji çekdarên Heşidul Şeibî wê ji bajarê Tikrîtê vekişin.

Çekdarên şîe yên Heşdul Şeibî hatibûn tometbarkirin ku mal û milkê xelkê li bajarê Tikrîtê talan kirine, lê bi gotina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hin kesan bi navê milîsan ew mal talan kirine.

Ebadî  li Hewlêrê eşkere kir ku hin ji wan kesan hatine girtin û dê werin cezakirin.

Ji aliyekî din ve, tîmên kolandina gorên bi kom li bajarê Tikrîtê dest bi kolandina çend cihan li Tikrîtê kirine ku guman heye rufatên leşkerên navenda Spayker tê de hatibin veşartin.

Çekdarên DAIŞê di meha Hezîranê ya sala borî de dest danîn ser bajarê Tikrîtê ku navenda parêzgeha Selahedînê ye, li wî bajarî jî nêzîkî 1700 leşkerên ku li navenda Spayker dihatin perwerdekirin, girtin û hemû kuştin.

Di dema kolandinê de, leşkerên Artêşa Iraqê û malbatên qurbaniyan amade bûn û li çend cihên ku guman heye leşkerên Spaykerê tê de hatibin kuştin, ala Iraqê danîn.

Berpirsên Iraqê jî dibêjin, DAIŞê ew hemû kes kuştin.

Rêxistina DAIŞê wê demê jî kuştina çend leşkerên navenda Spayker ragihandibû.

Herwiha derbarê rewşa parêzgeha Enbarê, hat ragihandin ku hêzên Iraqê û çekdarên Heşdul Şeibî bi piştgîriya eşîrên ereb, wê operasyonekê ji bo têkbirina navendên DAIŞê li wê parêzgehê dest pê bikin.

Peyamnêrê Rûdawê li Enbarê ragihand ku hevdem ligel destpêkirina şer li çend navçeyên parêzgeha Enbarê, rêveberên parêzgehê hatin û çûn li bajarê Rûmadî qedexe kirine .

Ew şer zêdetir li navçeyên Secariye û Elbûxanim li rojhilatê parêzgehê diqewime.

Çavkaniyeke taybet jî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê ji navçeya Temîm vekişiyane.

Herwiha diyar kir ku duh bajarê Felûce bi çekên giran hat topbarankirin.