DAIŞ kela teqand
Mûsil (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê, li parêzgeha Mûsilê, kela Baştabiyê ya kevnar teqandin.
Wezareta Şûnwar û Geştûguzarê ya Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Kelaya Baştabiyê ya kevnar li cem xelkê Iraqê,
nasnameya bajarê Mûsilê bû û serdema wê vedigere bû sedeya 6emîn a koçî û 12emîn a zayînî.”
Wê wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Tevî ku ti mezar û peyker di wê kelê de nebûn ku bibin hêncet ku biteqînin, lê dîsa bi wî karî rabûn.”
Wezareta Şûnwarê wiha got: “Emê ne tenê wî karî şermezar bikin, lê belê emê li Dadgeha navdewletî li wan gilî bikin, ji ber ku li gorî peymanameyên navdewletî karekî dijî mirovatiyê ye.”
Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê di dema dawî de, gellek şûnwarên Mûsilê têk birin û gellek mezargeh û cihên kevnar teqandin.