VÎDEO - Pîlotê Kurd bi F-16 bombe barand!

Navenda Nûçeyan – Pîlotê Kurd û Fermandeyê Hêza Esmaniya Iraqê bi balafira şer a ji curê F-16 binkeyên DAIŞê bombebaran kir.

 

Malpera fermî ya Hêza Esmaniya Iraqê vîdyoyek belav kiriye ku têde tê nîşandan, pîlotê Kurd û Fermandeyê Hêza Esmaniya Iraqê Enwer Heme Emîn bi balafira F-16 binke û navendên çekdarên DAIŞê dide ber bombeyan.

 

Ev ne cara yekê ye ku ew fermandeyê serbazî yê Kurd bi xwe bibe pîlotê balafira şer û çeper û navendên DAIŞm bombebaran bike, belku çend carên din jî ev kar kiriye.

 

Enwer Heme Emîn namzedê Kurdan e bo Serfermandariya Artêşa Iraqê, jibo ku şûna Serfermandarê Berê Babekir Zêbarî bigire, ku piştî ragihandina proseya reforman ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û ji ber guvaşan dest ji karê xwe berda.

 

Endamê Komîteya Asayiş û Begirî ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah pêştir di daxuyaniyekê ji Rûdawê re aşkere kiribû: “Kursiyê Serfermandarê Artêşa Iraqê pişka Kurdan e û bo cihê Babekir Zêbarî, Fermandeyê Hêza Esmaniya Iraqê Enwer Heme Emîn  hatiye namzedkirin.”