Dema wergirtina kartên dengdanê hat dirêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Komosyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê demê wergirtina karta elektronîk a dengdanê dirêj kir.
Berpirsê liqê Hewlêrê yê Komosyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Elî Qadir ji Rûdawê re ragihand, dema wergirtina kerta eletronîk a dengdanê ji bo 10 Gulanê hat dirêjkirin.
Qadir behsa wê yekê jî kir ku komsiyon dixwaze piraniya xelkê karta dengdanê wergirin.
Li gorî amarên Komosyona Bilinda Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê nêzîkî ji sedî 65 dengderan karta dengdnaê wergirtine û ew kesên ku kartê wernegirin divê li komisyona Bexdadê vegerin.
Biryar e di 12ê vê mehê de, (6 rojên din) hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê birêve biçe. Weke amadekarî bo birêvebirina proseya hilbijartinan jî, Komîsyona Bilinda Serbixwe Hilbijartinan a Iraqê jî heta niha sê caran dengdanên ezmûnî pêk anîne, ji bo ceribandina amûrên elektronî yên dengdanê û rahênana karmendên xwe li ser wan amûran.
Komîsyona Hilbijartinan dibêje, proseya dengdana elektronî %100 serkevtî bûye, lê belê wê daxuyaniya komîsyonê nekariye metirisya aliyên siyasî û welatiyên iraqî birevîne.