Dema wergirtina kartên elektronî yên dengdanê hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dema wergirtina kartên elektronî yên dengdanê dirêj kir.


Berpirsê Liqa Hewlêrê yê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, Elî Qadir ji Rûdawê re ragihand, ku dema wergirtina karta elektronî ya dengdanê ji bo 10 Gulanê hatiye dirêjkirin.

 

Qadir behsa wê yekê jî kir ku komîsyon dixwaze piraniya xelkê karta dengdanê wergirin.

 

Li gorî amarên Şaxeya Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê li Herêma Kurdistanê nêzîkî %65 ji dengderan karta dengdanê wergirtine û ew kesên ku kartê wernegirin divê serî li komîsyona Bexdayê bidin.

 

Biryar e roja 12ê vê mehê (Gulan) hilbijartinên xûla çarem a hilbijartinên Iraqê birêve biçin.

 

Di hilbijartinên vê carê de, bi giştî li Iraqê 87 lîst û 22 hevpeymanî beşdarî hilbijartinan bûne, ku 23 lîst û 4 hevpeymanî ji Herêma Kurdistanê ne.

 

Herwiha li gor Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê,6904 kes jî weke berbijêr di hilbijartinên vê carê de beşdar bûne, ku 503 kes ji wan ji Herêma Kurdistanê ne.