Şêrekî xwediyê xwe xwar
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Necefê yê Îraqê şêrekî êrişî xwediyê xwe kir, beşeke mezin a laşê wî xwar.
Berdevkê Polîsê Necefê Mufîd Tahîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Îro li baxçeyekî Kufeyê yê Necefê, şêrek êrişî welatiyekî ku di baxçeyê xwe de bû kir û wî yekser canê xwe ji dest da.”
Berdevkê Polîsê Necefê Mufîd Tahîr da zanîn:
“Şêr beşeke mezin a laşê xwediyê xwe xwariye.
Ji ber ku şêr dev ji termê xwediyê xwe bernedida, em neçar bûn ku bikujin.”
Berdevkê Polîsê Necefê Mufîd Tahîr her wiha anî ziman:
“Ew welatî 50 salî bûye û xwediyê baxçeyekî mezin e ku şêr û çend cureyên din ên ajelên kovî di baxçeyê xwe de xwedî dikirine.”
Kufe ji aliyê birêvebiriyê ve girêdayî parêzgeha Necefê ye û dikeve herêma Ferata Navîn a li başûrê Bexdayê.