Hemam Elîl (Rûdaw) – Bo yekemîn car piştî rizgarkirina navçeya Hemam Elîl a Mûsilê ji destê DAIŞê, hejmarek ji welatiyên wê navçeyê berê xwe dan her du kaniyên kanzayî yên Hemam Elîlê û di nav de melevanî kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Hemam Elîlê, Sîdad Leşkerî ragihand, duh 7ê Mijdara 2016 hejmarek ji welatiyên sivîl li gel çend serbazên Artêşa Iraqê, piştî ku navenda bajarê Hemam Elîl ji destê DAIŞê hat derxistin, berê xwe dan kaniyên kanzayî yên li deverê û xwe di nav ava her du kaniyan de şuştin.
Ava kaniyên Hemam Elîlê bi gogirdê dewlemend e û bo çareseriya çend cur nexweşiyên pîst mifayên wê hene.
Di dalên bihorî de, ava kaniyên Hemam Elîlê bi rêya taqîkirinên zanistî pişkinn jê re hatibû kirin û di encama taqîkirinan de derketibû holê ku rêjeya gogirdê di ava wan kaniyan de zêdetir ji rêjeya wê kanzayê di ava normal de ye.
Li gorî wan datayan, di ava normal de, bo her lîtrekê 250 mîlîgram gogird heye, lê belê di ava kaniyên Hemam Elîlê de ew rêje digihîje zêdetir ji 600 mg di her lîtrekê de, û ew yek jî bûye sedem ku ew av ji bo hin curên neweşiyên pîst bi kar bihê.
DAIŞê di heyama 2 sal ji desthilatdariya xwe de, rê bi welatiyên nedida, ku xwe di nava ava kaniyên Hemam Elîlê de bison.