Sûdanî: Piştî vekişîna Hevpeymanan ji bo mayîna çekên di destê koman de ti hincet namînin
Hewlêr (Rûdaw) – Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku piştî vekişîna Hevpeymanan, ti hincet ji bo hebûna çekan a li derveyî desthilata dewletê namînin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bû mêvanê bernameya "Bestoon Talk" a Tora Medyayî ya Rûdawê .
Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê bû mêvanê bernameyê û pirsên pêşkêşkar Bestûn Osman û ciwanên ji parêzgehên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê bersivandin.
Di bernameyê de, ciwanên ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Kerkûk, Bexda, Babil, Kerbela, Mîsan û Besrayê beşdar bûn.
Pirs li ser çarenivîsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, komên çekdar, naskirina fermî ya dewleta Îraqê ya Komkujiya Kurdan, pirsgirêka xizmetguzariyê li parêzgehan û gendeliyê bûn.
Çarenivîsa komên çekdar
Yek ji mijarên herî girîng ên bernameyê pirsa ciwanekî ji parêzgeha Babilê ya derbarê "çekên bêkontrol" bû.
Mihemed Şiya Sûdanî di bersivê de dîroka derketina wan koman anî ziman û got, ev diyarde piştî sala 2003yan ji bo rûbirûbûna hêzên Amerîka û Brîtanyayê ya li Îraqê û piştre jî ji bo şerê li dijî DAIŞê derket.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand:
"Me bi aliyên siyasî re li hev kiriye, dema ku erkê Hevpeymaniya Navneteweyî bi dawî dibe û pêwendî dibin pêwendiyên ewlehiyê yên dualî, êdî ti hincet ji bo hilgirtina çekan a li derveyî saziyên dewletê namînin."
Sûdanî çareseriya pêşniyarkirî anî ziman û got:
"Her kesê ku çek li derveyî dewletê hilgirtibe, du vebijêrk li pêşiya wî hene, yan dê tevlî saziyên ewlehiyê bibe yan jî dê berê xwe bide karê siyasî."
Naskirina Komkujiya Kurdan
Pirs ji Sûdanî hat kirin, eger ew dîsa were hilbijartin, amade ye bi navê dewleta Îraqê daxwaza lêborîneke fermî ji gelê Kurdistanê bike li ser tawanên Enfal û kîmyabarana Helebceyê da ku rê ji bo tazmînkirina madî û manewî ya qurbaniyan veke.
Sûdanî di bersivê de amaje bi wê yekê kir ku "Destûra Îraqê ev tawan wekî komkujî nas kirine" û got:
"Dewleta Îraqê bi destûr û yasayên xwe van tawanan qebûl dike."
Serokwezîrê Îraqê xwe wekî yek ji qurbaniyên destê desthilata Beasê bi nav kir û ragihand:
"Min 5 endamên malbata xwe ji dest dan. Kî dê ji min lêborînê bixwaze?"
Wî her wiha got, pirsa tazmînkirinê bi rêkeftineke siyasî û yasayî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de di çarçoveya yasaya budceyê de girêdayî ye.
Cudahiya xizmetguzariya di navbera parêzgehan de
Çend pirs li ser cudahiya mezin a asta xizmetguzarî û avadaniyê ya di navbera parêzgehan de hatin kirin.
Bestûn Osman amaje bi cudahiya di navbera Kerbela û Dîwaniyeyê de kir.
Sûdanî sedemên vê cudahiyê bi du xalên serekî ve girê da, ya yekem, nebûna dahata petrodolarê li hinek parêzgehên wekî Dîwaniye û Semawayê, ya duyem, cudahiya asta birêvebiriya xwecihî ya di plansazî û bicihanîna projeyan de û mînaka Mîsanê anî ziman ku ji ber plansaziya rast, binesaziya wê "bi rêjeya ji sedî 95" temam bûye.
Serokwezîrê Îraqê derbarê Dîwaniyeyê got:
"Me zêdetirî 2 trîlyon dînarên zêde ji bo Dîwaniyeyê terxan kiriye da ku em wê valahiyê tije bikin û ez pêşbînî dikim ku di 2 salên bê de sîmayê bajêr bi temamî biguhere."