Ji Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyarî

Bexda (Rûdaw) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê liv û tevgerên karmendên xwe sînordar dike û hişyarî dide, ku welatiyên amerîkî di dema mana xwe ya li Iraqê de ji bo parastina aramî û asayişa xwe rêkarên pêwîst pêk bînin.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand, ku dema sînordarkirina liv û tevgerên karmend û welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê hatiye dirêjkirin.

 

Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ji karmend û welatiyên xwe daxwaz dike, ku ji aliyê ewlehiyê ve hişyar bin û rêkarên pêwîst ên ji bo parastina xwe pêk bînin.

 

Weke din hatiye diyarkirin, ku metirsiya revandin û êrişên terorî li nav Iraqê li dijî welatiyên Amerîkayê hene.

 

Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku roja çarşemê 6ê Berfanbara 2017an Serokê Amerîkayê Donald Trump bajarê Urşelîm – Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kir û ji Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz kir ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê veguhezîne Urşelîm – Qudsê.

 

(Î.A)