Ji bo vegera koçberan şandeke Iraqê diçe ser sînorê Belarûsê
Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca vegerandina dilxwaz ya koçberên Iraqê ji ser sînorê Belarûs û Lîtwanyayê, li ser biryara Wezîrê Derve yê Iraqê, şandeke Iraqê diçe ser sînorê wan herdu welatan.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku piştî wergirtina vê bangewaziyê wezîrê derve yê Iraqê daxwaz ji balyozxaneya Iraqê ya li Warşowê kiriye, ku şandekê bişîne ser sînorê navbera Lîtwanya û Belarûsê da ku pasaportan ji wan kesan re derxe ewên ku dixwazin bi dilê xwe vegerin.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê da xuyakirin, ku heta niha wan 18 pasport ji wan kesên Iraqî re derxistine û şanda Iraqî bi aliyê Lîtwanî re lihev kiriye bo bihêle ew koçber biçin welatê xwe, taku mijara vegera koçberên Iraqê were bidawîkirin.
Roja Sêşemê 7/12/2021'an karwaneke din a koçberan ji Belarûsê vegeriya û hejmara wan 417 kes bûn.