ÎRAQ - Tawanbarê kuştina Mihemed Baqir Sedr hat bidarvekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê bidarvekirinê li Seidûn Sebrî Qeysiyê ku yek ji "tawanbarên" kuştina kesayetiyê navdar ê Şîeyan ê Îraqê Mihemed Baqir Sedr e hat pêkanîn.
Berdevkê Saziya Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim ji Rûdawê re got, "Piştî temamkirina rêkarên dadweriyê, cezayê bidarvekirinê yê Sedûn Sebrî Qeysî hat bicihanîn."
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê 30ê Tîrmeha 2025an bi tawana kuştina Mihemed Baqir Sedr û xwîşka wî Bintulhuda, cezayê bidarvekirinê li du berpirsên berê yên desthilata Beasê, Sedûn Sebrî Qeysî û Heysem Ebdûlezîz birîbû.
Erşed Hakim eşkere kir ku Sedûn Sebrî Qeysî bi kirina tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar bûye, di nav de "şehîdkirina Mihemed Baqir Sedr û hinek zanayên malbata Hekîm û welatiyên din ên bê sûc."
Mihemed Baqir Sedrê damezirînerê Partiya Dehweyê ya Îraqê, sala 1980yî li gel xwîşka xwe ji aliyê desthilata Beasê ve hatibû kuştin.