Li Bexdayê dronek ket hewşa malekê
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê dronek ket hewşa malekê û di encamê de jinek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, li taxa Turasê ya Bexdayê dronek ket hewşa malekê.
Di encama bûyerê de jineke wê malê birîndar bû û ew yekser rakirin nexweşxaneyê.
Li aliyê din, dîmenên ku tê îdiakirin ên bûyerê ne li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Gef li ser Baregeha Victoriayê heye
Her wiha hat angaştkirin ku bi dronan êrişî Baregeha Victoriayê ya Amerîkayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê jî hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, niha li asmanê Bexdayê dengê gelek balafiran tê bihîstin.