Îraq dê li ser êrişên li Herêma Kurdistanê lêkolînê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê ji bo lêkolînkirina armanckirina hêzên ewlehiyê û baregehan komîteyekê ava dike.
Li gorî gotina parlamenterekî, komîte dê êrişên li Herêma Kurdistanê jî lêkolîn bike.
Biryara avakirina wê komîteyê di civîna Parlamentoya Îraqê ya 7ê Adara 2026an de hat dayîn.
Di wê civînê de mazûvanî li 10 berpirsên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê hatibû kirin.
Endamên komîteyê ne diyar in
Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Dûberdanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Biryara avakirina komîteyê hatiye dayîn lê endamên komîteyê nehatine diyarkirin û deng li ser wan nehatiye dayîn."
Piştî ku şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest pê kir, gelek caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Her wiha êrişî çend baregehên komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebiyê ve yên li Ninova, Babil, Diyale û Enbarê jî hatine kirin.
Di biryara avakirina komîteyê de hatiye diyarkirin ku komîte dê li ser wan bûyeran lêkolînê bike ku serweriya niştimanî binpê dikin û hêzên ewlehiyê dikin armanc.
Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Îraqê Sirwe Mihemed ji Rûdawê re axivî û got:
"Xebata komîteyê dê lêkolînkirina hemû wan êrişan be ku li navxweyî Îraqê hatine kirin.
Ev êrişên li dijî Herêma Kurdistanê jî li xwe digire lê ne diyar e ka komîte dê serdana Herêma Kurdistanê bike yan na."
Di 10 rojên destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de, koma bi navê 'Mukawemeya (Berxwedan) Îslamî ya li Îraqê' 223 êrişên bi dron û mûşekan li nav Îraq, Herêma Kurdistanê û li herêmê pêk anîne û li gorî daxuyaniya xwe, wan armancên xwe pêk anîne.