Serokomarê Iraqê, Mistefa Kazimî bo pêkanîna hikûmetê erkdar kir

Bexda (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê, Berhem Salih îro bi awayekê fermî Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kir.

Peyamnêrê Rûdawê, Helkewt Ezîz ragihand, Mistefa Kazimî îro li Koşka Selam amade bû û ji aliyê Berhem Salih ve bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hat raspartin.

Mistefa Kazimî Serokê Dezgeha Istixbarata Niştimanî ya Iraqê ye û piraniya aliyên siyasî yên Şîe, Kurd û Sunnî piştgiriya wî dikin.

Li gor madeya 76 a destûra Iraqê, Mistefa Kazimî divê di dema 30 rojan de kabîneya xwe û bernameya hikûemta xwe amade bike û pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike, daku deng li ser bihê dan.

Erkdarkirina Mistefa Kazimî piştî wê yekê hat, ku îro berî nîvro Ednan Zurfî ku roja 17ê Adarê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve hatibû erkdarkirin, dest ji pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqê berda.

Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Hevpeymaniya Feth, Bizava Hikme, Hevpeymaniya Hêzên Sunnî û aliyên serekî yên Kurd pêşwext piştgiriya xwe bo berbijarkirina Kazimî ragihandibûn.

Serokê Hevpeymaniya Feth, Hadî Amirî di yekemîn daxuyaniya xwe ya piştî erkdarkirina Mistefa Kazimî bo pêkanîna hikûmeta nû de ragihand, “çarçoveya destûrî vegeriya ser sirûşta xwe û mezintirîn fraksyonê mafê xwe wergirt.”

Hadî Amirî herwiha tekezî li ser piştevaniya xwe bo Mistefa Kazimî kir.

Hevpeymaniya Feth, pêştir erkdarkirina Ednan Zurfî bo pêkanîna hikûmetê red kiribû û ragihandibû, serokomar li derveyî rêkarên destûrî û li derveyî mezintirîn fraksyonên parlamentoyê, Ednan Zurfî erkdar kiribû.

Mistefa Kazimî kî ye?

Mistefa Ebdulletîf Kazimî sala 1967an li Bexdayê ji dayik bûye.

Bakaloriyusa wî di yasayê de heye

Zewicî ye û du keçên wî hene

Dijberê rejîma Sedam Hisên bû

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Zakire ya Iraqî bû

Rêveberê Dezgeha Diyaloga Mirovî bû

Rêveberê Nivîsînê di beşa Iraqê ya malpera Monitor a Amerîkî de bû

Pêştir Rêveberê Nivîsînê yê heftenameyekê bû ku Berhem Salih xwedî îmtiyazê wê bû

Ji sala 2016an ve Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye

Hejmarek pirtûkên wî hene ku ya herî diyar pirtûka Pirsa Iraqê ye