Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê axivîn.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re ragihand ku wan ew kesên ku êrişî hêzên Fransayê yên li Hewlêrê kiriye desteser kirine.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî û Emmanuel Macron bi telefonê axivîne.
Di pêwendiyê de qala hewldanên ji bo rawestandina şer hat kirin.
Her wiha ji bo parastina aramiya herêm û cîhanê mijara agirbestê hat gotûbêjkirin.
Êrişên li Libnanê
Nivîsgehê da zanîn ku her du serokan bi hûrgilî qala wan êrişên "biêş" kiriye ku çarşemê li ser Libnanê hatine kirin.
Her wiha bandorên xerab ên van êrişan ên li ser ewlehiya herêmê hatin nirxandin.
Sûdanî û Macron tekezî li ser wê yekê kir ku divê êriş demildest werin rawestandin û canê sivîlan were parastin.
Kujerên efserê Fransî hatin desteserkirin
Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê balê dikişîne ser wê yekê ku Sûdanî di pêwendiyê de serokê Fransayê agahdar kiriye.
Sûdanî serkeftina hêzên ewlehiyê yên Îraqê gihandiye Macron û diyar kiriye ku ew kesên êrişî baregeha Hevpeymanan a li nêzîkî Hewlêrê kiribûn hatine desteserkirin.
Di wê êrişa bi dronan de efserekî Fransayî miribû.
Şeva 12ê Adarê bi dronan êrişî baregeheke Pêşmergeyan a li Mela Qereyê ya Hewlêrê hatibû kirin.
Şêwirmend û rahênerên leşkerî yên Fransî li wê baregehê bûn û di encama êrişê de 7 ji wan birîndar bibûn.
Rojekê piştî êrişê Emmanuel Macron ragihandibû ku yek ji birîndaran canê xwe ji dest daye.
Navê wî efserî Arno Frian bû û pîleya wî di Lîwaya 7an a Hêzên Çiyayî de efserê bilind bû.
Sûdanî: Em pêbendî parastina hêzên Hevpeymanan in
Sûdanî ducare kir ku Îraq li hemû herêman pêbendî serweriya qanûnê ye.
Sûdanî her wiha diyar kir ku ew pêbendî parastina hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ne.
Macron serkeftina tîma Îraqê pîroz kir
Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê pesnê rola Îraqê ya di aramiya herêmê de da.
Macron ji ber serkeftina tîma neteweyî ya futbolê ya Îraqê ya ji bo Kupaya Cîhanê Sûdanî pîroz kir.
Wî her wiha kêfxweşiya xwe anî zimên ku tîmên neteweyî yên Îraq û Fransayê dê di heman komê de bilîzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse