Amerîkayê hişyarî da: Dibe ku komên alîgirên Îranê dest bi êrişan bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê doh hişyarî da ku tevî agirbesta du hefteyan a di navbera Washington û Tehranê de, dibe ku komên çekdar ên alîgirên Îranê yên li Îraqê, li dijî welatiyên Amerîkayê êrişên nû pêk bînin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Balyozxaneyê di daxuyaniyê de wiha got:
"Komên milîsên terorîst ên Îraqî yên girêdayî Îranê, 8ê Nîsanê li derdora Navenda Piştgiriya Dîplomatîk a Bexdayê û Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê gelek êrişên bi dronan pêk anîn.
Dibe ku ew niyet dikin ku li seranserê Îraqê, di nav de Herêma Kurdistanê jî, li dijî welatiyên Amerîkayê û hedefên girêdayî Amerîkayê êrişên din ên terorîstî pêk bînin."
Piştî agirbestê, berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê planên xwe yên ji bo ducare destpêkirina geştên asmanî ragihandibûn ku ew geşt ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê yê 28ê Sibatê ve bi giranî hatibûn rawestandin.
Balyozxaneyê şîret li welatiyên Amerîkayê kir ku heta metirsiya êrişên bi mûşek û dronan bidome, li nav Îraqê bi balafiran geştê nekin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê niha bi rêyên bejahî ji welat derkevin."
"Berxwedana Îslamî" ya Îraqê êrişên xwe rawestandibûn
Demeke kurt piştî ragihandina agirbesta du hefteyan a Amerîka û Îranê, komên çekdar ên alîgirên Îranê yên li Îraqê ku di bin sîwana "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" de kar dikin, ragihandibû ku wan êrişên xwe li seranserê Îraqê û herêmê rawestandine.
Berxwedana Îslamî ya li Îraqê wekî hevbendiyeke neyekgirtî ya komên çekdar ên Şîe yên bi Îranê ve girêdayî û ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, tê naskirin.
Ji ber destpêkirina şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de di 28ê Sibatê de, wê komê operasyonên xwe zêde kirin û baregehên leşkerî yên Amerîkayê, navendên dîplomatîk û xalên li Herêma Kurdistanê kirin hedef.
Wê komê diyar kir ku biryara rawestandina êrişan a ji bo du hefteyan li gel agirbestê bû û piştî zêdetirî mehekê ji tundiya bê navber, îşareta kêmkirina aloziyê da.
Di 39 rojan de 831 êriş
Li gorî amarên ku komê bi xwe eşkere kirine, di heyama 39 rojên pevçûnê de wan 831 êriş pêk anîne yan jî berpirsyariya wan girtiye ser xwe.
Piraniya van êrişan bi dron û mûşekan li deverên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Beşeke girîng a êrişan li dijî Herêma Kurdistanê bû ku berpirsan gelek caran ew êrişên ku cihên sivîl, binesazî û hêzên ewlehiyê dikin hedef, şermezar kiribûn.
Berpirsên li Hewlêrê diyar kir ku tevî ku Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer e jî, bi awayekî zêde tê hedefgirtin.