Îraq: Keştiyên me yên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas nebûne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê radigihîne ku ew niha rojane zêdetirî 200 hezar bermîlan petrol di ser Herêma Kurdistanê re dişînin Bendera Ceyhanê û petrola ku tê hinartin, petrola Kerkûk û Besreyê ye.
Wezaretê her wiha da zanîn, "Piştî agirbestê, ti keştiyên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas nebûne."
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Wezareta Petrolê ya Îraqê Sahib Bezûn li ser hinartina petrolê ji Rûdawê re axivî.
Sahib Bezûn got, "Ew mîqdara petrola ku niha di ser Herêma Kurdistanê re tê hinartin, ne hemû petrola Kerkûkê ye.
Beşek jê petrola Besreyê ye ku bi tankeran dibin Kerkûkê û ji wir tê hinartin."
Birêveberê Şirketa Petrolê ya Bakur Amir Xelîl derbarê asta hinartinê berê ji Rûdawê re gotibû ku hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriyê gihîştiye nêzîkî 200 hezar bermîlan û tê çaverêkirin ku ev mîqdar derkeve 300 hezar bermîlan.
Hinartina bi rêya Hurmizê
Sahib Bezûn li ser hinartina di ser Tengava Hurmizê de got:
"Piştî ragihandina agirbestê [di navbera Amerîka û Îranê de], heta niha ti keştiyeke petrolê ya Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas nebûye. Em li benda zelalbûneke zêdetir a rewşê ne ji ber ku pirsa selametî û garantiyan ne tenê bi Îraqê ve girêdayî ye."
Wezareta Petrolê amaje bi wê yekê jî dike ku planeke wan a cîgir heye û wan û Tirkiye li ser wê yekê li hev kiriye ku petrola xav bi tankeran di ser wî welatî re hinarde bikin, heta ku Tengava Hurmizê jî ji bo hinartinê bê vekirin
Derbarê "Xeta Boriyê ya Niştimanî ya Îraqê ji bo Ceyhanê", birêvebirê ragihandinê yê wezaretê got:
"Ji bo boriyê tenê testa (Hydrostatic) maye û dê di destpêka xebatê de rojane bi hinartina 100 hezar bermîlan dest pê bike."
Sahib Bezûn red kir ku petrola xav di ser Sûriyeyê re hatibe hinartin û got:
"Tiştê ku hebû tenê hinartina petrola reş bû ne petrola xav. Lê pirsa hinartina petrola xav di ser Sûriyeyê re niha di qonaxa gotûbêj û lêkolînê de ye."
18ê Adara 2026an, piştî peymana Hewlêr û Bexdayê, proseya hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ber bi Bendera Ceyhanê ve ji nû ve dest pê kiribû.