Îran dixwaze keştî baca derbasbûna ji Tengava Hurmizê bi Bitcoin bidin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Tengava Hurmizê Bitcoin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran daxwazê ji şirketên veguhastina deryayî dike ku baca wan keştiyên petrolhilgir ên di Tengava Hurmizê re derbas dibin bi Bitcoin bidin.

Îran hewl dide di maweya agirbesta du hefteyan de kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê biparêze.

Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Petrol, Gaz û Petrokîmyayê ya Îranê Hemîd Huseynî ji rojnameya Financial Timesê re axivî.

Huseynî ragihand ku Îran dixwaze ji her keştiya petrolhilgir a ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe bacê bistîne û her yekê ji wan binirxîne.

"Îran lezê nake"

Huseynî got, "Pêwîst e Îran çavdêriya çûn û hatina li Tengava Hurmizê bike.

Ev yek ji bo piştrastbûna wê yekê ye ku ev du hefte ji bo veguhastina çekan nayên bikaranîn."

Hemîd Huseynî her wiha anî zimên, "Hemû kel û pel dikarin derbas bibin lê rêkarên ji bo her keştiyê demê dixwazin û Îran lezê nake."

Biryarên li ser mercên derbasbûna di Hurmizê re ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ve tên dayîn.

Derbasbûna keştiyan hat rawestandin

Îranê derengiya şeva çarşemê daxuyaniyek da.

Îranê ragihand ku wan wekî bersivekê ji bo êrişên Îsraîlê yên li Libnanê derbasbûna keştiyên petrolhilgir ên di Tengava Hurmizê re rawestandiye.

Beriya rawestandinê Huseynî diyar kiribû, her keştiyeke petrolhilgir a ku derbas dibe divê bi rêya e-mailê desthilatdaran ji barê xwe agahdar bike.

Piştre Îran dê wan ji wê baca ku divê bi pereyê dîjîtal bê dayîn agahdar bike.

Wî destnîşan kir ku bac ji bo her bermîla petrolê dolarek e û keştiyên vala dikarin bê pere derbas bibin.

Pere dê bi Bitcoin bê dayîn

Huseynî bal kişand ser awayê dayîna bacê jî û got:

"Dema ku e-mail digihêje û Îran nirxandinên xwe temam dike, molet bi keştiyan tê dayîn da ku pereyê xwe bi Bitcoin bidin.

Ev yek jî wê garantiyê dide ku ji ber dorpêçan nikaribin şopa wê bibînin yan jî dest deynin ser."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst