Li Kerbelayê xwepêşanderan êrişî Konsulxaneya Îranê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerbelayê ji bo protestokirina kuştina çalakvan Îhab Weznî xelk daket kolanan û êrişî Konsulxaneya Îranê kirin.
Hejmareke kesên çekdar sibeha îro, 09/05/2021, li bajarê Kerbela yê Iraqê êrişî çalakvanê sivîl Îhab Cewad Weznî kirin û di encamê de Weznî hat hat kuştin.
Li dijî kuştina wî çalakvanê sivîl li Kerbelayê xwepêşandanên berfieh birêve çûn û xwepêşanderan êrişî konsulxaneya Îranê ya li wî bajarî kirin.
Berî niha Şaneya Ragihandina Emnî di daxuyaniyekê de amaje bi wê kiribû, “Polîsê parêzgehê her hewlekê dide ji bo desteserkirina wan terorîstên ku êriş encam dane.”
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî, “Komîteyeke taybet bo komkirina belgeyên pêwîst û zanyariyên temam li ser bûyerê hatiye pêkanîn.”
Balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya yên li Bexdayê jî kuştina wî çalakvanê sivîl şermezar kirin.
Li #Kerbela`yê xwepêşanderan êrişî Konsulxaneya #Îran`ê kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 9, 2021
-Di xwepêşandanên duh de çalakvanek hatibû kuştin
Wêne taybet bo #Rûdaw`ê hatine şandin pic.twitter.com/inMGr53HAU
Kuştina Îhab Cewad Weznî di demekê de ye ku rêxistinên civaka sivîl amaje bi wê dikin ku di heyama 4 mehên dawî yên sala derbasbûyî de li Iraqê 29 çalakvan hatine kuştin, jibilî 30 hewlên ji bo kuştinê.
Ev yek jî bûye sedema hêrs û nerazîbûna xelkê û xwepêşandanan û cihê rexneya rêxistinên mafên mirovan.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî jî behsa kuştina herî kêm 600 xwepêşander û endamên hêzên asayişê dike di Cotmeha derbasbûyî de jibilî birîndarbûna herî kêm 18 hezar kesan ku ew bûyer û xwepêşandan bûbûn sedema destjikarberdana hikûmeta Adil Ebdulmehdî.