DAIŞê Tikrît dorpêç kir lê Bexdayê hêz şand Enbarê
Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê ji sê aliyan ve dora bajarê Tikrîtê girtine û tenê aliyê başûrê bajar di destê hêzên Iraqê de maye. Hêzên Iraqê derbarê ketina bajêr de hişyariyê didin. Ji aliyekê din ve artêşa Iraqê hêzên zêdetir dişîne parêzgeha Enbarê û niha şer li du aliyan germ bûye.
Li gor agahiyan, çekdarên DAIŞê ji sê aliyan ve bajarê Tikrîtê dorpêç kirine û tenê aliyê başûrê bajêr di dest hêzên hikûmeta Iraqê de ye. Hat ragihandin, şeva borî jî çekdarên wê rêxistinê êrişî bajêr kirin û xeta bergiriyê ya hêzên Iraqê şikandin.
Fermandeyên serbazî yên Iraqê hişyariyê didin, ku renge DAIŞ carek din dest bi ser Tikrîtê de bigre û tekez dikin, eger Tikrît bikeve dest DAIŞê, kontrolkiirna wê ji aliyê hêzên Iraqê ve dê gelek zehmet be.
Fermandeyekî sehwe li nahiyeya Elem, Ebû Hisên Cibûrî ku niha akinciyê Herêma Kudistanê ye, derbarê rewşa Tirkiyeyê de got: “Rewşa Tikrîtê nearam e û roj bi roj jî rewş xirabtir dibe, ji ber ku fermandeyên meydanî yên milîsên Heşda Şeibî di nava Tikrîtê de pêbendî fermanên artêşê nabin.”
Li gor gotina wî fermandeyî, “Eger fermandeyên Heşda Şeibî her wek niha serderiyê bi bajarê Tikrîtê re bikin, dê carek din Tikrîtê ji dest bidin û bajar dê bikeve di destê DAIŞê de. Çimkî piştî girtina Tikrîtê di meha Adar a borî de, ti pêşdeçûnek çênebûye, DAIŞ jî berdewam e li ser êrişên xwe û çekdarên hêzên Iraqê jî eniyên şer diterikînin. Ew yek jî bûye sedem ku hêzên Iraqê nekarin parêzvaniyê li xetên bergiriyê yên xwe bikin. Bêguman eger bajarê Tikrîtê bikeve, dê encama wê xirab be.”
Ji aliyekê din ve encumena parêzgeha Enbarê ragihand, hikûmeta Iraqê hêzên zêdetir kom dike û amadekariyan dike, da ku dest bi operasiyona kontrolkirina bajarê Rumadî, navenda îdariya parêzgehê bike.
Endamê encumena parêzgeha Enabrê Raci Îsawî di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê bi awayek berdewam hêzên serbazî yên zêdetir li derdora bajarê Rumadiyê kom dike û ew yek jî wek amadekariyê ye bo destpêkiirna operasiyona kontrolkirina wî bajarî.”
Li gor gotina Raci Îsawî, hikûmeta Iraqê bi vê armancê hêzeke mezin a serbazî li navçeya Sofiye bicih kiriye û di heman demê de hêzên ewlehî ji rexê bajarokê Germe ber bi Pira Japonî û Nazim Teqasîm ber bi pêşde diçin.
Îsawî herwiha got: “Fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî hêj saeta sifir ji bo destpêkirina operasiyona kontrolkirina bajarê Rumadiyê diyar nekiriye.”
Îsawî wiha domand: “Li derdora bajarê Amiriye ya Felûceyê jî hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê rûbirûyê hev bûn û di encama şer û pevçûnê de, 2 çekdarên xwekuj ên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha hêzên ewlehiyê bi armnaca girtina xwekujê sêyem tevahiya wê navçeyê dorpêç kirine.”