Bexda (Rûdaw) - Îşev teqînek li bajarê Bexdayê qewimî û di encam de çend kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Behmen Hesen ragihand: “Otomobîleke bombekirî li taxa Zeiferaniye ya li başûrê Bexdayê teqiya û di encam de kesek hat kuştin û 5 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûn.”
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got: “Teqîn li navçeyeke qelebalix a Bexdayê qewimî û jibilî zirarên canî, zirareke mezin a madî jî gihîşte cihê teqînê.”
Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwe gihandin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin.
Herwiha tîmên hawarhatinê birîndarên bûyerê ber bi nexweşxaneyê veguhastin û termê kesê kuştî jî rakirin pizîşkiya dadê ya Bexdayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse