Navenda Nûçeyan - Encumena Dadwerî ya Iraqê ragihand, Serokê Parlamanetoyê Selîm Cibûrî bê tawan e û dosyay wî li dadgehê daxist.
Piştî ku çend roj berî niha Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî di civîneke parlamentoya wî welatî de, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî bi gendeliyê tohmetbar kir, îro Cibûrî daxwaza rakirina parêzbendiya xwe kir.
Cibûrî îro daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir, ku parêzbendiyê li ser wî rakin, da ku dadgeh bikare lêkolînê li ser tohmetbarkirina wî ji aliyê Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî bike û bêgunehiya wî îsbat bike.
Piştî derbasbûna çend saetan bi ser wê daxwaza Serokê Parlamentoyê, Encumena Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de bê tawaniya Selîm Cibûrî ragihand.
Derbarê tohmetên ku Ubêydî bi wan Cibûrî tohmetbar kiribû, Encumena Dadweriya Iraqê ragihand: “Serokê Parlamentoya Iraqê ti tohmetek bi ser de nehatiye îsbatkirin.”
Li gorî daxuyaniya Encumena Dadweriyê, dadgehê dosyaya lêkolînê ya derbarê tohmetên li ser Cibûrî de daxist, ji ber ku bê guneh e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse