Trump: Lêkoler Elizabeth Tsurkov hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku lêkolînera Îsraîlî-Rûsyayî Elizabeth Tsurkova ku li Îraqê hatibû revandin, hatiye berdan.

Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê daxuyand ku Elizabeth Tsurkov piştî bi mehan şkenceyê, niha li Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê di ewlehiyê de ye.

"Ez bi kêfxweşî radigihînim"

Trump di peyama xwe de wiha got:

“Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Elizabeth Tsurkova ku xwendekara Princetonê ye û xwişka wê welatiya Amerîkayê ye, nû ji aliyê Ketaîb Hîzbulahê ve hat berdan û piştî bi mehan ji şkenceyê, niha li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê di ewlehiyê de ye.

Ez dê her tim ji bo edaletê şer bikim û qet dev jê bernedim. Hemas, dîlan berde, NIHA!”

Xwişka Elizabethê, Emma Tsurkovê jî li ser berdana xwişka xwe li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî û kêfxweşiya malbata xwe anî ziman:

“Tevahiya malbata min gelekî kêfxweş e. Em nikarin li bendê bimînin ku Elizabethê bibînin û hemû hezkirina ku me 903 roj in li bendê bû em parve bikin, bidin wê.

Em gelekî spasiya Serok Trump û Nûnerê wî yê Taybet Adam Boehler dikin.

Eger Adam vegerandina xwişka min nekira erka xwe ya şexsî, min nizanîbû em dê li ku derê bin.

Her wiha em dixwazin spasiya Josh Harris û tîma wî ya li Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bikin ji bo piştgiriya ku dane xwişka me û spasiya tîma rêxistina nehikûmî Global Reach jî dikin ku bêwestan ji bo vegera ewle ya xwişka min parêzvaniyê kir.”

Tsurkov, xwendekara doktorayê ya Zanîngeha Princetonê û lêkolînera Enstîtuya New Lines a Stratejî û Polîtîkayê bû, ji Adara 2023yan ve winda bû.

Îsraîlê tîrmeha heman salê ragihandibû ku Tsurkov di destê Ketaîb Hîzbulahê de ye ku komeke milîsên Şîe ye.