Li Îraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya 2025an de, pêvajoya "dengdana taybet" a ku hêzên ewlehiyê dengê xwe tê de didin, îro saet 07:00an dest pê kir.
Di dengdana taybet a îro de, 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê (Pêşmerge jî di nav de ne) û nêzîkî 26 hezar koçberan dê dengê xwe bidin.
Dengdanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.
Li Herêma Kurdistanê jî 224 hezar û 333 dengderên taybet mafê wan ê dengdanê heye ku hêzên ewlehiyê yên herêmê jî di nav de ne.
Pêvajoya hilbijartinê di bin çavdêriya çavdêrên navxweyî û navneteweyî de berdewam dike.
Li Îraqê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dê roja sêşemê (11ê vê mehê) bê kirin.