Hewl hat dayîn ku Serperiştê Komîteya Îdamkirina Sedam Husên bê kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê yasayî û Serperiştê Komîteya Îdamkirina Sedam Husên, Munîr Hedad îro li Bexdayê ji hewleke kuştinê rizgar bû.
Serperiştê Komîteya Îdamkirina Sedam Husên, Munîr Hedad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Vê sibehê dema ez ber bi dadgehê ve diçûm, li herêma Medainê ya Bexdayê otomobîleke spî ku du çekdarên rûyên wan nixumandî tê de bûn, bilez bi ser min de hat û wan çend gule reşandin lê zerer negihîşt min.
Ji ber ku roja dengdana taybet e parêzvanên min ne bi min re bûn."
Munîr Hedad her wiha anî ziman:
"Pirsgirêka min bi kesî re nîne, ez ne namzed im jî.
Ez bawer nakim ku pirsgirêk siyasî be.
Min li dadgehê gilî tomar kiriye û ez dê li ser bûyerê lêkolînê bikim."
Munîr Hedad berê Cîgirê Serokê Dadgeha Temyîzê ya Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê bû.
Hedad da zanîn ku ew cara dawî sala 2010an rûbirûyî hewldaneke din a kuştinê bûbû.