Muqteda Sedr taga 'Îraqê Rizgar Bikin' ragihand
Hewlêr (Rûdaw) – Muqteda Sedr li gel destpêkirina dengdana taybet peyamek belav kir û got, "Ji nû ve hilbijartina kesên ku hatine ceribandin tê wateya kûrtirkirina koka gendeliyê û serdestiya gendelan." Herwiha wî tagê 'Îraqê rizgar bikin' jî ragihand.
Rêberê Tevgera Sedrê, Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û nivîsî:
"Fatime Zehra (Silava Xwedê lê be) gendelî boykot kir, ew boykotkara yekem bû.
Mîrê bawermendan jî zilm û gendelî boykot kir û ew mezinê reformxwazan bû, ew ji bo me pêşengên baş in."
Muqteda Sedr da zanîn ku hinek ji şopînerên wî banga "rakirina yê herî gendel" dikin û ev yek "bangeke gendeliyê ye û fermana (yên ceribandî, nayên ceribandin) pûç dike."
Sedr tekezî li ser dirûşma "Em boykot dikin" kir û got:
"Em gendelan bi kesên baştir radikin.
Ji nû ve hilbijartina kesên ceribandî tê wateya kûrtirkirina koka yê gendeltir û serdestiya gendelan."
Sedr taga "Îraqê Rizgar Bikin" bi kar anî û da zanîn, "Hûn hemû berpirsiyar in, heta hêzên ewlehiyê jî."
Muqteda Sedr 4ê Tîrmehê beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê red kiribû û beşdariya bi belavkirina komên çekdar û radestkirina çekan ji dewletê re girê dabû.