Rêjeya beşdariyê ya dengdana taybet ji sedî çend e?

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, rêjeya beşdariyê ya dengdana taybet ku serê sibehê saet 07:00an dest pê kiribû eşkere kir.

Li gorî amarên komîsyonê, heta saet 12:00an rêjeya beşdariyê li Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 60 bûye.

Hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Îraqê dê 11ê mehê bên kirin.

Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan, li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 21 milyon û 404 hezar û 291 dengderên tomarkirî hene.

Di çarçoveya dengdana taybet a ku îro tê kirin de, milyonek û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 koçberên navxwe dengê xwe didin.

Li gorî amarên ku komîsyonê eşkere kirine, heta saet 12:00an rêjeya beşdariyê li hemû bajarên hilbijartinê yên Îraq û Herêma Kurdistanê wekî ji sedî 60 hatiye tomarkirin.

Pêvajoya dengdanê ku saet 07:00an dest pê kiribû, dê êvarê saet 18:00an bi dawî bibe.

Rêjeya dengdanê li parêzgehên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê wiha ye:

Hewlêr: ji sedî 77

Silêmanî: ji sedî 78

Dihok: ji sedî 76

Kerkûk: ji sedî 61

Li gorî amarên komîsyonê, li Herêma Kurdistanê rêjeya herî bilind a beşdariyê bi ji sedî 78ê li Silêmaniyê û rêjeya herî kêm jî bi ji sedî 61ê li Kerkûkê hatiye tomarkirin.

Rêjeya dengdanê ya li parêzgehên Îraqê jî wiha ye:

Bexda: ji sedî 47

Nînowa: ji sedî 68

Diyale: ji sedî 69

Enbar: ji sedî 57

Bexda (Kerx): ji sedî 57

Babîl: ji sedî 60

Kerbela: ji sedî 55

Wasit: ji sedî 53

Selahedîn: ji sedî 59

Necef: ji sedî 48

Qadisiye: ji sedî 57

Musenna: ji sedî 51

Zîqar: ji sedî 57

Meysan: ji sedî 52

Besra: ji sedî 52

Li seranserê Îraqê, di dengdana taybet de beşdariya herî zêde bi ji sedî 69ê li Diyaleyê û ya herî kêm jî bi ji sedî 47ê li Bexdayê bûye.

Li gorî amarên komîsyonê, li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê di dengdana taybet de heta saet 12:00an rêjeya herî bilind a beşdariyê bi ji sedî 78ê li Silêmaniyê bûye.

Her wiha rêjeya giştî ya beşdariya koçberên navxwe ji sedî 38 e.

Di nav vê koma dengdêran de beşdariya herî zêde li Hewlêrê û ya herî kêm jî li kampên Dihokê bûye.

Rêjeya dengdana koçberan wiha ye:

Dihok: ji sedî 38

Hewlêr: ji sedî 49

Silêmanî: ji sedî 40