DAIŞê “walî”yê Mûsilê kuşt!

09-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê “waliyê” berê yê Mûsilê yê bi navê Muamer Tuhle bi tohmeta diziyê û sîxorîkirinê kuşt.

Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê Îsmet Receb ji Rûdawê re got, ji ber nakokiyên hundir ên rêxistinê waliyê berê yê Mûsilê Muamer Tuhle li Mûsilê hat gullebarankirin.

Roja 3ê Kanûna îsal, Muamer Tuhle ku waliyê Mûsilê yê DAIŞê bû, li ser kar hat dûrxistin û li şûna wî Husên Cibûrî (Ebû Qalût) hat danîn. Tuhle roja 5ê vê mehê hatibû girtin.

Li ser çawaniya bûyerê, Rêveberê Ragihandina Liqa PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, piştî ku waliyê berê yê Mûsilê di encama êrişa asmanî de hat kuştin Muamer Tuhle li şûna wî hatibû danîn lê ji ber nakokiyên nav rêxistinê Tule li ser kar nema.

Li ser sedema girtina Tuhle jî Memozînî got, li gorî agahiyan Tuhle bi sîxoriyê, eşkerekirina planên leşkerî û ewlehî, revandin û kuştina endamên DAIŞê hatibû girtin.

Seîd Memozînî da zanîn ku tohmeta herî mezin a ku avêtibûn stûyê Tuhle ew bû ku destê wî di kuştina “Wezîrê Şer” ê DAIŞê Rezwan Hemdûnî de hebûye.

Rezwan Hemdûnî roja 19ê Mijdara îsal bi alîkarê xwe û 6 çekdarên din ên DAIŞê ve li nêzîkî Mûislê di encama êrişa balafirên şer de hatibûn kuştin.



Muamer Tuhle

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst