Partiyên Îraqî li ser Helebê yekdeng in: 'Metirsiya komkujiyê li ser Kurdan heye'

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên Parlamentoyên Îraqî rûdanên li dijî Kurdên Helebê şermezar kirin.

Partiyên Îraqî hişyarî dan ku pirrengiya civakî ya li Sûriyeyê rûbirûyî "metirsiyeke gelekî mezin" bûye.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji 6ê Kanûna Paşîn a 2026an ve êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê kir.

Ev her du tax ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin û bi salan e ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) tên parastin.

Şerê li Helebê ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed wekî tundtirîn şer tê dîtin, bû sedema koçberbûna zêdetirî 159 hezar kesan.

Dema ku Artêşa Sûriyeyê hêzên Kurdî bi "bikaranîna sivîlan wekî mertal" tohmetbar dike, aliyê Kurdî jî Şamê bi hilbijartina "rêya şer" a ji bo ji holê rakirina mafên siyasî yên Kurdan tohmetbar dike.

Partiyên Îraqî bal kişandin ser wê yekê ku Kurdên ku ji bo têkbirina DAIŞê qurbanî dane, niha ji bajar û herêmên xwe tên derxistin.

"Pirrengiya civakî ya li Sûriyeyê di bin metirsiyê de ye"

Endamê Tevgera Hikmetê Rehîm Ebûdî ji Rûdawê re ragihand ku rûdanên li Helebê dihatin çaverêkirin.

Rehîm Ebûdî diyar kir ku birêvebirî û pergala nû ya Sûriyeyê nekarî mijara ewlehiyê bi awayekî rasteqîn û li gorî hebûna kêmneteweyan bi cih bike.

Ebûdî hişyarî da ku pirrengiya civakî ya li Sûriyeyê ji ber hebûna "komên tekfîrî û rêxistinên terorîst" di bin metirsiyeke mezin de ye.

Siyasetmedarê Tevgera Hîkmetê teqez kir ku divê lihevkirineke niştimanî ya rasteqîn hebe û birêvebirina dosyaya ewlehiyê rêz li mafên kêmneteweyan bigire.

Rehîm Ebûdî anî zimên ku piraniya van rêxistinan xwedî ajandeyên derve ne û li pey berjewendiyên dewletan in, ne li pey berjewendiyên gelê Sûriyeyê.

"Kurdan li dijî DAIŞê bi awayekî fedayî şer kir"

Endamê Mekteba Siyasî ya Rêxistina Bedirê Ebû Mîsaq Mesarî jî ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa Helebê cihê mixabîniyê ye.

Ebû Mîsaq Mesarî destnîşan kir ku Kurdên Helebê yên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê her tim li dijî DAIŞê wekî "rimê Sûriyeyê" bûn.

Ebû Mîsaq Mesarî teqez kir ku Kurdên ku ji bo têkbirina DAIŞê qurbanî dane, niha ji bajar û herêmên xwe tên derxistin.

Siyasetmedarê Îraqî anî zimên ku "DAIŞiyên bi kincên hikûmetê" dest bi ser mal û herêmên Kurdan de girtine û ev yek rewşeke gelekî biêş e.

"Bandora li ser ewlehiya Îraqê"

Endamê Hevpeymaniya Ezmê Mihemed Deham Fehdawî jî ji Rûdawê re ragihand ku her binpêkirineke li dijî mafên mirovan, çi koçberkirin be çi jî kuştin be, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Mihemed Deham Fehdawî operasyonên leşkerî yên li ser sivîlan ên bi hincetên ewlehiyê şermezar kirin.

Endamê Hevpeymaniya Ezmê hêvî xwest ku hikûmeta Sûriyeyê rêz li mafên Kurdan bigire û mafên mirovan bin pê neke.

Mihemed Deham Fehdawî diyar kir ku li Îraqê rêzeke mezin ji bo mafên Kurdan heye û divê ev yek li Sûriye û Tirkiyeyê jî hebe.

Fehdawî hişyarî da ku ev binpêkirin bandoreke neyînî li ser ewlehî û aramiya Îraqê jî dikin.

HSD û Şamê 10ê Adara 2025an peymaneke dîrokî îmze kiribû ku li gorî wê divabû Rêveberiya Xweser û HSD tevlî hikûmeta nû û artêşa niştimanî ya Sûriyeyê bibin.

Bicihkirina vê peymanê ji ber nakokiyên li ser "navendîbûna desthilatê" rûbirûyî astengiyan bû.

Niha welatên wekî Amerîka, Fransa, Urdin û Kanada zextê dikin da ku alî vegerin ser maseya dan û standinan û Peymana 10ê Adarê ducare zindî bikin da ku rê li ber hilweşîna pêvajoya aştiyê were girtin.