Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Tevgera Babîlîon li Iraqê Reyan Kildanî, li ser kuştina malbateke Xirîstiyan li Bexdayê, ragihand ku Xirîstiyan Iraqê bicîh nahêlin û êdî li himber van kiryaran bêdeng namînin.
Serokê Tevgera Babîlîon ku grûbeke wê ya çekdar heye û beşeke ji Hêzên Heşda Şabî ya Iraqê, îro Şemiyê daxwiyaniyek da û got: “Li xaçdana Mesîh rêbaza me ye, em welatê xwe bicîh nahêlin û li Iraqê her çi ji Xirîstiyanan re bikin ne tiştekî nû ye.”
Reyan Kildanî, tekez kir ku êdî ew li hember van kiryaran bêdeng namînin û wiha axifî: “Ne kuştin û ne revandin û ne jî armanc girtin, lê em ji îro û şûnde bêdeng namînin, me hest bi acizî û dilgiraniyê kir dema me kuştina bikom a li Bexdayê bihîst ku Dr. Hîşam Şefîq Meskûnî, hevsera wî Şeza û dayîka wî hatin ser birîn.”
Kildanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Tenê yek wateya van tawanan heye, ku tirsandina xelkê me ye daku neçar bibin welatê xwe bicîh bihêlin, lê ez ji tawanbaran re dibêjim ku şikestî ne û destê we bişkê.”
Serokê Tevgera Babîlîon wiha dibêje: “Eer hikûmet nikare xelkê me biparêze, wê demê berevanîkar dikarin û roj û meydan baştirîn şahid in û em dê hemû gelê xwe û Xirîstiyanan biparêzin.”
Şeva Pêncşema borî, doktorekî Xirîstiyan, hevser û dayîka wî di mala xwe ya li navçeya Meştel a Brxdayê de ji aliyê kesên nenas ve bi kêrê hatin serbirîn, bikujan pere û zêrên malbatê birine û heta niha bikuj nehatine eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse