Bexda ji bo hinartina petrolê li benda bersiva Herêma Kurdistanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Petrol Hinartin Bendera Ceyhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke bilind a Wezareta Petrolê ya Îraqê Rûdawê re ragihand ku ji ber girtina Tengava Hurmizê û rawestandina hinartina petrolê, ew hewl didin bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê petrolê hinardeyî Bendera Ceyhanê bikin.

Wê çavkaniya her wiha got "Me bi fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku rê bide me da em bi rêya boriya petrolê ya Herêmê petrola Kerkûkê hinarde bikin lê heta niha bersiva me nehatiye dayîn."

Çavkaniya bilind a Wezareta Petrolê ya Îraqê dibêje, "Plan ew e ku em rojane 250 hezar bermîl petrola qadên Kerkûkê hinardeyî Ceyhanê bikin."

"Em li benda erêkirina Herêma Kurdistanê ne"

Li gorî gotina wê çavkaniyê, "Niha boriya petrolê amade ye û em tenê li benda erêkirina Herêma Kurdistanê ne. Ti îtîrazên Tirkiyeyê jî nînin."

Wê çavkaniyê her wiha da zanîn, "Di vê rewşê de rojane 40 hezar bermîl û carinan jî tenê 20 hezar bermîl hinardeyî Bendera Ceyhanê tên kirin."

25ê Kanûna Pêşîn a par, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re ragihandibû ku plana wan ew e di demeke kurt de "rojane 50 hezar bermîl petrol ji qadên Kerkûkê" bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê hinardeyî Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bikin.

Hilberîna petrolê hatiye kêmkirin

Ajansa Bloombergê spart çend çavkaniyên agahdar û belav kir ku Erebistana Siûdî 2 heta 2,5 milyon bermîl, Îmaratê 500 hezar heta 800 hezar bermîl, Kuweytê nêzîkî 500 hezar bermîl û Îraqê jî nêzîkî 2,9 milyon bermîl hilberîna petrolê ya rojane kêm kiriye.

Beriya şerê Îranê, Îraqê rojane 4,35 milyon bermîl hildiberandin.

Ziyana rojane ya girtina Tengava Hurmizê ya li ser Îraqê, 200 heta 250 milyon dolar e.

Şerê Îranê ku niha ketiye hefteya xwe ya duyem û zêdetirî 12 welat tê de alî ne û girtina Tengava Hurmizê ya ku ev 11 roj in girtî ye, sedemên biryara welatan a kêmkirina hilberîna petrolê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst