Îraqê angaştên li ser 'baregeha veşartî ya Îsraîlê' red kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ew îdiayên medyaya Amerîkayê red kirin ku digot "Îsraîlê ji bo êrişî Îranê bike li çola Îraqê baregeheke veşartî ava kiriye û leşker daxistine herêmê."

Birêvebirê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Sed Men li ser wan nûçeyên ku di rojên dawî de di medyaya Amerîkayê û torên civakî de hatine belavkirin, daxuyaniyên taybet dan Rûdawê.

Wî diyar kir ku di hefteyên borî de ti hêzên biyanî li nav axa Îraqê daneketine û ew bûyera ku tê behskirin a berî çend mehan e.

"Bûyer 5ê Adarê qewimiye"

Sed Men ew îdiayên ku dibêjin li çola Kerbelayê hêzên nû hatine daxistin bi awayekî teqez red kirin û got:

"Ew bûyera ku medyaya Amerîkayê behs dike, vedigere 5ê Adarê.

Wê demê li Çola Nuhaybê daketineke bêdestûr a hewayî çêbûbû û dewleta me li hemberî vê ji xwe gavên pêwîst avêtibûn."

Birêvebirê Şaneyê bi bîr anî ku di wê bûyera meha Adarê de, hêzên ewlehiyê yên Îraqê li gel hêzeke "nenas" a ku hebûna wan nehatibû qebûlkirin, ketine nav pevçûnê.

Di wê pevçûnê de karmendekî hêzên ewlehiyê yên Îraqê miriye û du kes jî birîndar bûne.

Ev bûyer piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de 6 rojan ji aliyê rayedarên Îraqê ve ji raya giştî re hatibû ragihandin.

Îdiaya baregeha veşartî ya Wall Street Journalê

Ev redkirina rayedarên Îraqê piştî îdiayên balkêş ên rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) hat ku 9ê Gulana 2026an hatibûn belavkirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe ya doh de îdia kiribû ku Îsraîlê ji bo piştgiriya lojîstîk a êrişên asmanî yên li dijî Îranê, li çolên Îraqê baregeheke leşkerî ya veşartî ava kiriye.

Di nûçeyê de her wiha hatibû îdiakirin ku Îsraîlê ji bo rê li ber eşkerebûna baregehê bigire, di rojên ewil ên şer de êrişî wan hêzên Îraqê kiriye ku li herêmê lêgerîn dikirin.

Lêgerînên li herêmê didomin

Sed Men bal kişand ser spekulasyonên li ser "daxistina hêzên nû" ya li çola Kerbelayê, parêzgeha Necefê û rojhilatê Nuhaybê û li ser rewşa dawî ev agahî dan:

"Di encama lêkolîn û lêgerînên me yên li qadê de, eşkere bûye ku di mehên nîsan û gulanê de ew hêz yan jî ti hêza din a bêdestûr li herêmê daneketiye.

Bûyereke wiha bi ti awayî çênebûye. Hêzên me yên ewlehiyê li wan herêman xebatên xwe yên lêgerîn û dewriyeyê bi awayekî bênavber didomînin."