Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ji navçeya Hezr a parêzgeha Selehedînê ve operasyonek pêk anî û Balafirxaneya Leşkerî ya Geyara ya 40 km dûrê Mûsilê kontrol kir. Ev yek weke destpêka şerek mezin tê binavkirin.
Fermandarên Kurd ên di nava Artêşa Iraqê de behsa operasyona rizgarkirina Balafirxaneya Geyara û şerê DAIŞê kirin.
Jek ji fermandarê Artêşa Iraqê yê beşdarê operasyonê bibû Raid Emîn Şêxanî diyar dike ku wan di dema operasyonê de li dijî DAIŞê taktîkek leşkerî pêk anîne. Şêxanî dibêje ku çekdarên DAIŞê li hêviyê bûn ku artêş ji navçeya Şergatê ve êrîş bike lê ew li dora wan zivirîne û ji Hezr ve ketine herêmê.
Raid Emîn Şêxanî wiha dibêje:
“Balafirxeneya Geyara hate kontrolkirin. Ev jî tê wê wateyê ku em dikarin Geyara jî rizgar bikin. Ti rê ji çekdarên DAIŞê re nemaye, yan dê xwe biteqînin û yan jî dê xwe radest bikin.”
Çekên giran û pêşkeftî yên Amerîkî di destê Artêşa Iraqê de hene. Lê pêngavên wê ne bi lez in. Li gor gotina fermandarên Artêşa Iraqê, bi tevê vê lawaziya artêşê jî, şiyan û taqata şer li gel çekdarên DAIŞê nemaye.
Fermanderekî din ê Artêşa Iraqê Raid Tehsîn Seîd jî dibêje moralê çekdarên DAIŞê bi van operasyonan xirabûye û lewma jî liberxwe nadin û direvin.
Yek ji hêza beşdarê operasyonê dibe, Polîsên Federal ên Iraqê ne ku ji xelkê navçeyê pêktên. Fermandarê Polîsên Federal ên Iraqê General Casim Hemad jî diyar dike ku DAIŞ qanûn û rêyên şer peyrew nake, zulmê dike û xelkên sivîl û leşkerî tev de dike hedef.
Beriya du salan, rêxistina DAIŞê di du rojan de xwe ji Mûsilê gehande Bexdayê. Lê artêşa Iraqê di nav vam du salan de gehişte Balafirxaneya Geyara ku 40 km li başûrê Mûsilê ye.
Tê gotin ku kontrolkirina Balafirxaneya Geyara destpêka mezintirîn şerê li dijî DAIŞê ye ku dê ew jî li Mûsilê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse