Jinên xwekuj ên DAIŞê taktîkên nû bikartînin
Mûsil (Rûdaw) – Roja pênşema derbasbûyî (06-07-2017), xwekujeka DAIŞê bi zarokê li ber pêsîra xwe, di nava hêzên iraqî de xwe teqand. Hêzên ewlekariyê dibêjin, ew bi vî awayî nikarin li Mûsila Kevin, lêgerîn û pişkînînê ser jinên tên rizgarkirin bikin.
Ev kiryar veguhertineke mezin e di dîroka xwekujiyên DAIŞê de. Ji ber ku beriya niha karê jinên DAIŞî, di nav mal, zîndan û polîstiya wan de bû.
Yek ji fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê Ehmed Memûrî, ku di êrîşa wê jina xwekuj de birîndar bibû, ji Rûdawê re got: “Em ber bi dilê Mûsila Kevin ve diçûn. Bi deham malbatên sivîl direviyan û xwe digihandine me. Jinek zarokek dabû ber milê xwe û dihat. Me têbînî kir, ku reftarên wê ne asayî ne. dema min li gel diaxivî, demildest xwe teqand.”
Bi gotina Memûrî di cante di destê jinê de bûne, destekê wê girêdayî bûye, wan hest pê kiriye, ku tişteke ne di rê de heye lê beriya lêgerînê wê jinê xwe teqandiye û di encamê de 6 leşkerên Dezgeha Dije Terorê birîndar bûne.
Ehmed Memûrî diyar kir: “Min ti caran bawer nedikirn jinekê ku zarokê wê di paxila wê de be, xwe biteqîne. Lê DAIŞê ev jî kir.”
Li gorî amarên Polîsên Federal ên Iraqê, Dezgeha Dije Terorê û Destwerdana Lezgîn, di meha derbasbûyî de li Mûsilê 38 jinan xwe teqandine. Hefteyek beriya niha jî jineke xwekuj xwe di nava kampa koçberan a li rojavayê Bexdayê teqand û di encamê de 14 kes kuştin.
Fermandarê Operasyonên Taybet ê Dezgeha Dije Terorê Selam Ubeydî ji Rûdawê re ragihand: “Li Mûsilê 7 jinên xwekuj di dema hewldana xweteqandinê de hatine girtin. Ev yek jî me neçar dike, ku bi hemû awayî rûbirûyê wan bin.”
Yekîneya jinên xwekuj
DAIŞê li Sûriyê ji bo jinên xwekuj 2 yekîneyên bi navê “Xensa” û “Reyhan” avakiribû.
Um Mîqdad berpirsê yekîneya Reyhan e, temenê wê 45 sal e û bi rêgez Siûdî ye. Um Hacer jî berpirsê yekîneya Xensa ye, bi rêgez Tûnûsî ye. Wê 60 jin ji bo çalakiyên xwekujî perwerde kiriye û aniye Iraqê.
Çavdêrên taktîkên DAIŞê dibêjin, jin dikare ji zilaman rehettir liv û tevgerê bike û çavdêrîkirina wan ne hêsan e. lewma dikare bi rehetî bigihe armanca xwe.
Raporekî Navenda Lêkolînên Stratejîk a ji bo terorê amaje bi wê yekê dike, ku piraniya jinên DAIŞî Tûnûsî ne.
Kemera bombekirî weke diyariya zewacê ye
Operasyonên taybet ên Lîbyayê li Dadgeha Şer’î ya Sîrteyê dest danîne ser çend belgeyên DAIŞê. Di belgeyekê de eşkere dibe, ku jina Nîjerî ya bi navê Meryem, dema bi çekdarê bi navê Ebû Mensûrî re dizewice, xelata zewaca wî kemereke bombekirî bûye.
Piştî ragihandina xilafetê di sala 2014ê de, li gorî mezendeyên Wezareta Derve ya Amerîkayê, 4 hezar û 550 jinên biyanî, ji 50 welatên cuda yên cîhanê çûne nav DAIŞê, ku temenên wan di navbera 16 û 24 salî de bûye.
Di van amaran de pişka şêr ji Fransayê re maye û ji sedî 40ê van biyaniyan ji Fransayê çûne nav DAIŞê.