Heyder Ebadî kontrolkirina tevahiya Mûsilê ragihand
Mûsil (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kontrolkirina tevahiya Mûsilê ragihand.
Heyder Ebadî li gel Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên li Mûsilê, rizgarkirina tevahiya wî bajarî îlan kir û got: “Hêzên Iraqê li Mûsilê serkeftineke mezin tomar kirin. Em ji gel daxwaz dikin ku serkeftina mezin a hêzên Iraqê li hember DAIŞê biparêzin.”
Herwiha Ebadî di peyama xwe ya li Mûsilê de diyar kir: “DAIŞ bi temamî bi dawî hat û Mûsila me bi xwîna xortên Iraqê hate rizgarkirin. Erkê me yê sereke jî, parasina gelê Iraqê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan e.”
Ji ber şerê DAIŞ û hêzên ewlehiyê, piraniya Mûsilê wêran bûye. Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku pêkhateyên Iraqê, bi vê serkeftinê, bila serbilind bin. Herwiha aşkere kir, ku avakirina Mûsilê dest pê kiriye.
Di nav 8 mehên şerê kontrolkirina Mûsilê de zirar piranî li jêrxana aborî ketiye. Li rojhilatê Mûsilê, ji ber ku DAIŞ pir li ber xwe neda û cadeyên wî alî fireh bûn, nêzîkî ji sedî 35ê wê wêran bû. Lê li rojavayê Mûsilê rêjeya wêranbûnê nêzîkî ji sedî 65 e. Herwiha Mûsila Kevin jî ji sedî 100 wêran bûye.