Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê: Gefa revandinê li ser me heye

Bexda (Rûdaw) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ragihand, li Bexdayê metirsiya revandinê li ser welatiyên Amerîkayê heye. Ji ber vê hatûçûna karmendên Bayozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Besreyê û herwiha hatûçûna hemû welatiyên wî welatî yên li wan her du bajaran sînordar dike.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi daxuayaniyekê ragihand: “Balyozxaneya Amerîkayê agahdar e ku gefa revandinê li ser berpirs û hemwelatiyên Amerîkayê heye.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Ji ber vê yekê Balyozxaneya Amerîkayê biryar daye ku bi şêweyeke demkî, hatûçûna karmendên li derveyî devera kesk a Bexdayê û derveyî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Besrayê sînordar bike.”

 

Herwiha li gor daxuyaniyê sînordarkirina hatûçûna karmendên Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê nehatiye kirin.