Parlamenterê PDKyê rexne li Bexdayê kirin: ‘Gendeliya xwe nabînin!’
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê PDKyê Şêrwan Duberdanî diyar kir ku eger hikûmeta Îraqê heman kontrol û lêpirsîna ku li Herêma Kurdistanê dike, li saziyên xwe jî bike, pêdiviya Îraqê bi firotina petrolê namîne.
Parlamenterê Îraqê yê ji koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re ragihand:
“Lêkolîn û lêpirsîna ku Hikûmeta Federal a Îraqê niha derbarê dahatên li derveyî petrolê li hemberî Herêma Kurdistanê dike, eger li saziyên xwe yên wekî deriyên sînorî, bac, xerc û dahatên daîreyan jî bike, dê dahatên li derveyî petrolê yên Îraqê ew qasî zêde bibin ku pêdiviya wê bi firotina petrolê namîne.”
Parlamenterê PDKyê hikûmeta Îraqê bi tundî rexne kir û got:
“Ji bo ku statuya Herêma Kurdistanê lawaz bikin, sînordar bikin û tiştekî bi navê Herêma Kurdistanê nehêlin bi zanebûn wisa tevdigerin.
Di heman demê de ew gendeliya bêhejmar a di saziyên xwe de nabînin.”
Tê payîn ku yek ji xalên rojeva Encûmena Wezîran a Îraqê ku îro dicive, meaşên karmendên Herêma Kurdistanê be.
Biryara şandina meaşan
Parlamenterê PDKyê Şêrwan Duberdanî got:
“Tê payîn ku Encûmena Wezîran a Îraqê ji bo dayîna meaşên karmendên Herêma Kurdistanê biryarekê bide.
Eger îro biryar neyê dayîn jî, dê hefteya bê biryara şandina meaşan were dayîn.”
Di civîna îro ya Encûmena Wezîran a Îraqê de tê payîn ku wezîrên petrol û darayî yên Îraqê raporên xwe yên derbarê pêşniyar û lihevkirinên dawî yên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de pêşkêş bikin yan jî di vê mijarê de daxuyaniyeke devkî bidin.
Her wiha Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê jî dê raporekê ku nêrînên Hewlêr û Bexdayê li xwe digire, di civîna Encûmena Wezîran de pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û endamên kabîneyê bike.
Çavkaniyekî ji Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê îro ji Rûdawê re ragihand ku di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku Herêma Kurdistanê dixwaze mehane 100 milyar dînarî wekî dahata li derveyê petrolê bide Îraqê û ev jî dike ji sedî 50yê gumrik, bac û xerciyan.
Heman çavkaniyê da zanîn, hikûmeta Îraqê di wê baweriyê de ye ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedî 50yê hemû dahatên xwe radest bike û ev yek xaleke nakokiyê ye.
Derbarê dosyeya petrolê jî, çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê îro ji Rûdawê re ragihand ku ew bi şirketa SOMOyê re axivîne û ew amade ne ku petrola Herêma Kurdistanê wergirin lê heta şeva borî petrol nehatiye radestkirin.
Eger di civîna îro de biryara şandina meaşan neyê dayîn, îhtimaleke mezin heye ku mijar çend rojan were bipaşxistin.
Ji ber ku ji ber Çilê Îmam Husên (Erbain) dê li Îraqê betlaneya fermî be û civîna bê ya Encûmena Wezîran dê bimîne 19ê Tebaxê.
Şandeyeke Herêma Kurdistanê roja Çarşema borî li Bexdayê li ser dahatên li derveyî petrolê, budce û projeya “Hesabê Min” rêzehevdîtinên dijwar pêk anîbû lê bêyî ku bigihêje encameke teqez vegeriyabû Herêma Kurdistanê.